Li Silêmaniyê çeteyekî DAIŞ’ê hate girtin

Li sînorê Silêmaniyê di encama operasyonekê de çeteyekê DAIŞ’ê hate girtin.

Li Silêmaniyê çeteyekî DAIŞ’ê hate girtin
31 tîrmeh, 2026   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Giştî ya Dije Terorê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li sînorê Silêmaniyê di hemahengî û hevkariya Rêveberiya Giştî ya Dije Terorê, Dezgeha Dije Terora Iraqê û Dezgeha Îstîxbaratê ya Nîştîmanî ya Iraqê de, operasyonek li dijî çeteyên DAIŞ’ê hate lidarxistin.

Hate diyarkirin ku di encama operasyonê de çeteyekî DAIŞ’ê hate girtin.

Li gorî daxuyaniyê çeteyê hatî girtin, gelek post û berpirsyariyan di nav çeteyan de hilgirtiye û beşdarî gelek êrişên li dijî welatiyan û hêzên ewlekariyê bûye.