Pîlotê amerîkî yê li Îranê winda bûbû hat rizgarkirin

DYA'yê ragihand ku bi beşdariya bi dehan balafiran operasyonek li dar xistiye û pîlotê li Îranê winda bûbû, rizgar kiriye.

Pîlotê amerîkî yê li Îranê winda bûbû hat rizgarkirin
5 nîsan, 2026   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) îro ragihand ku pîlotê balafireke F-15 ku hatibû xistin, li Îranê di dorpêçê de bû.

Berdevka Koşka Spî Caroline Leavitt daxuyaniyek li ser X'ê parve kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku serokê DYA’yê Donald Trump got: “Artêşê yek ji operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê yên herî wêrek pêk aniye. Di operasyonê de pîlotê di bûyerê de birîndar bûbû, hat rizgarkirin û dê rewşa wî bi tevahî baş bibe.”

Artêşa Îranê roja Înê ragihandibû ku wan çend balafirên DYA’yê xistine. Pîlotek hatibû rizgarkirin û yek jî winda bûbû.

Hate diyarkirin ku ji bo rizgarkirina pîlotê windabûyî, operasyoneke leşkerî bi beşdariya bi dehan balafirên leşkerî pêk hatiye.

Trump anî ziman ku serketina her du operasyonan asta hêza hewayî ya DYA’yê nîşan dide û got: “Rizgarkirina pîlotan di kûrahiya axa dijmin de pêşbîniyeke leşkerî ya berbiçav bû.”