2 roj e şewata li gundê Şêx didome

Şewata li gundê Şêx ê bakurê bajarê Til Temirê 2 roj e dewam dike, hejmarek mal şewitîn. Tîmên Awarte, ji ber nêzbûna şewatê ji baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker nikarin nêz bibin.

2 roj e şewata li gundê Şêx didome
19 hezîran, 2026   16:09
HESEKÊ

Şewata li gundê Şêx 2 roj e didome, zirarên madî bi hejmarek malên li beşa rojavayê gund bûye.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, ji duh ve hejmarek mal şewitîne. Ji ber nêzbûna cihê şewatê ji baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker ku 100 metre ji malan ve nêz e, Tîmên Awarte û Agirkujiyê nikarin xwe bigihînin cihê şewatê û vemirînin.

Nûçegihana me ji herêmê daxuyand ku Tîmên Awarte di destwerdana rasterast de rûbirûyî zehmetiyên mezin in. Tîm ditirsin ji hêla baregeha leşkerî ve werin hedefgirtin. Wê jî hiştiye şewat berdewam be û rûberên zirarên bi mal û milkên welatiyan de zêde bibin.

Şewatan di nava şêniyên gund de fikar û metirsiyên zêde çêkirin e ku mal û milk tevahî bişewitin.

Şênî daxwaza şert û mercên guncaw dikin ku tîm bikaribin xwe bigihînin herêmê dişewitin û vemirînin.

(fr)

ANHA