Parlamentoya Macaristanê endamtiya Swêdê di NATO'yê de erê kir

Parlamentoya Macaristanê projeya qanûna tevlêbûna Swêdê di NATO'yê de erê kir. Ev jî rê li ber dewletên bakurê Ewropayê vedike ku tev li koalîsyona leşkerî ya rojavayî bibin.

Parlamentoya Macaristanê endamtiya Swêdê di NATO'yê de erê kir
26 sibat, 2024   20:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Çapemeniyê ya Parlamentoya Macaristanê da zanîn ku parlamentoyê daxwaznameya Swêdê ya tevlêbûna di NATO'yê de erê kir. Bi vê jî astengiya dawîn a li pêşiya wê radibe da ku bibe endama 32'yemîn a NATO'yê.

Macaristan dewleta dawîn a 31 endamên NATO'yê de ku endamtiya Swêdê erê kiriye ye. Hêjayî bibîrxistinê ye ku partiya desthilatdar VIDES a Macaristanê ji bo çend mehan erêkirina endamtiya Swêdê qebûl nedikir.

188 parlamenterên Macaristanê ev gav erê kir û 6'an jî red kir. Der barê vê de Swêdê ev roj wek "rojeke dîrokî" bi nav kir.

Li gorî protokola tevlêbûna di NATO'yê de, pêwîst e hemû dewletên endam daxwaznameya tevlêbûnê erê bikin.

Di Gulana 2022'yan de, piştî çend mehan ji tevgera leşkerî ya Rûsyayê di Ukraynayê de, Swêd û Fînlandayê xwestin tev li endamtiya NATO'yê bin, Li hember Swêdê gelek astengî derketin. Di serî de daxwazên ji Tirkiye û Macaristanê ji ber ku ew herdu xwedî têkiliyên baş bi Rûsyayê re ne.

(mh)