Ciwanên Reqayê bi meşekê şehîd Sara Hogir û Bîşeng Birûsk bi bîr anîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê her du têkoşer Sara Hogir û Bîşeng Birûsk ên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi meşekê bi bîr anîn.

Ciwanên Reqayê bi meşekê şehîd Sara Hogir û Bîşeng Birûsk bi bîr anîn
Ciwanên Reqayê bi meşekê şehîd Sara Hogir û Bîşeng Birûsk bi bîr anîn
Ciwanên Reqayê bi meşekê şehîd Sara Hogir û Bîşeng Birûsk bi bîr anîn
Ciwanên Reqayê bi meşekê şehîd Sara Hogir û Bîşeng Birûsk bi bîr anîn
Ciwanên Reqayê bi meşekê şehîd Sara Hogir û Bîşeng Birûsk bi bîr anîn
26 sibat, 2024   20:34
REQA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê meşek li dar xist. Di meşê de herdu şehîd Sara Hogir û Bîşeng Birûsk ên ku di êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de di 28'ê Tîrmeha 2023'yan de şehîd bûne, hatin bibîranîn.

Meş ji pêşiya Meclisa Giştî ya Reqayê dest pê kir û ber bi Çerxerêya Neîm ve bi rê ket. Di meşê de bi dehan ciwan beşdar bûn.

Li wir hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Reqayê Letîfe Elî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî çiyayên Kurdistanê şermezar kirin.

Letîfe Elî wiha domand: "Hevrêyên me yên şehîd ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û bi ruhê fedakarî ya apoyî bûn 2 sembolên têkoşîna demokrasiya modernîte."

Letîfe El Elî sersaxî da tevahî şêniyên Cizîra Botan û Rihayê bi taybetî malbatên herdu şehîdan.

Meş bi siloganên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(mh)

ANHA