Rûspiyên Helebê banga pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir

Rûspiyên Helebê bang kir ku divê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn were mezinkirin.

Rûspiyên Helebê banga pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
27 sibat, 2024   03:06
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Ev 3 sal e tu agahî li ser Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Tevî ku parêzer û malbata wî bi awayekî dorveger daxwaznameyên hevdîtinê pêşkêş dikin, lê dîsa jî ew daxwazname bê bersiv dimînin. Li hember wê gel ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan asta têkoşîna xwe bilind dike.

Der barê wê de rûspiyên Helebê ji ajansa me re axivîn. Şêx Elî El Hesen destnîşan kir ku kiryarên ku li Îmraliyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên pêkanîn derexlaqî û derolî ne.

El Hesen bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan di serî de bêdengiya CPT'yê li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

El Hesen diyar kir ku ew ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşe û got: "Bi saya wî projeya biratiya gelan a li ser bingeha neteweya demokratîk li herêmê hatiye pêkanîn. Di wê projeyê de hemû pêkhateyên herêmê bûn yek. Em li benda kesekî wek Rêber Abdullah Ocalan bûn ku me ber bi yekitiya civakî ve bibe.”

Her wiha, rûspiyê eşîra Meşhûr, Ehmed El Qureyşî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan rêberê mirovahiyê, rêberê şoreşa fikrî û danerê projeyên ji bo azadiya gelên bindest e û got: "Me di fikrên wî de xwe azad dît. Îro bi saya wî em Kurd, Ereb û Turkmen bûne yek."

El Qureyşî banga yekbûna di bin siya Rêveberiya Xweser de û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

(mh)

ANHA