Pakistan: Tevî êrişan jî dan û standinên Washington û Tehranê didomin

Hikumeta Pakistanê da zanîn ku pêvajoya diyaloga di navbera Îran û DYA`yê de hîn jî didome, tevgera navbeynkaran ji bo agirbestê jî heye.

Pakistan: Tevî êrişan jî dan û standinên Washington û Tehranê didomin
30 tîrmeh, 2026   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Pakistanê diyar kir ku dan û standinên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de tevî hebûna derketina li hemberî hev bi awayekî leşkerî jî, didome. Xebatên wan ên vegera her du aliyan ji bo pêkanîna diyalogê jî dewam dikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Pakistanê Tahir Enderbî da zanîn ku welatê wî piştgiriyê dide peymanên di navbera Washinton û Tehranê de û dixwaze diyalog pêk were.

Di heman demê de çavkaniyên ji El Erebiye re diyar kiriye ku navbeynkar ji bo xebatên peymana agirbestê dixebitin, lê heta niha encam nehatine diyarkirin.

Ev yek di demekê de ku êriş hene çêdibe. CENTCOM`ê ragihand ku wan wekî bertek li hemberî topbarana li dijî hêzên DYA`yê, 2 saetan bi dehan baregehên girêdayî Artêşa Pasdaran a Îranê kirine hedef.

Dezgehên ragihandinê yên Îranê jî diyar kir ku di encama êrişên DYA`yê yên li ser girava Qeşm de 3 kes hatine kuştin. Urdinê jî ragihand ku wan hewldanên êrişa bi 5 mûşekan rawestand. Serokê DYA`yê Donald Trump jî gefa êrişên dijwar li dijî Îranê xwar.

(sb)