Li Çilaxayê hevdîtinên ji bo wergirtina nasnameyan didomin

Li navenda Çilaxa rêkarên qonaxa duyemîn a dayîna nasnameyan ji bo welatiyên Kurd didome. Heta niha 3 hezar û 600 kesan daxwazên xwe pêşkêş kirine, nêzî 700 kesî jî hevdîtinên xwe yên kesayetî pêk anîne. Ev pêvajo dê heta dawiya Îlonê dewam bike.

Li Çilaxayê hevdîtinên ji bo wergirtina nasnameyan didomin
Li Çilaxayê hevdîtinên ji bo wergirtina nasnameyan didomin
Li Çilaxayê hevdîtinên ji bo wergirtina nasnameyan didomin
Li Çilaxayê hevdîtinên ji bo wergirtina nasnameyan didomin
Li Çilaxayê hevdîtinên ji bo wergirtina nasnameyan didomin
Li Çilaxayê hevdîtinên ji bo wergirtina nasnameyan didomin
30 tîrmeh, 2026   16:00
QAMIŞLO

Piştî ku komîteyên taybet serlêdanên şêniyan li ber çavan girtin û lêkolîn kirin, li navenda bajarê Çilaxa yê herêma Cizîrê, di çarçoveya Biryarnameya 13`an a sala 2026`an rêkarên qonaxa duyemîn a dayîna nasnameya Sûriyeyê ji bo welatiyên Kurd ên ku biyanî dihatin dîtin, didome. 

Rêveberiya Giştî ya Kar û Barên Sivîlan a girêdayî Wezareta Karên Hundirîn destpêka Tîrmehê dest bi pêkanîna vê qonaxê kir, di vê qonaxê de li navendên taybet ên li Çilaxa, Hesekê û 2 navendên li bajarê Qamişloyê hevdîtinên kesayetî pêk tên.

Rêkarên hevdîtinan bi rêya 3 komîteyên taybet pêk tê.

Komîteya çavdêriyê ya li navenda Çilaxa, ji ajansa me re diyar kir ku 3 hezar û 600 kes ji bo hevdîtinê daxwaza xwe pêşkêş kiriye, heta niha derdora 30 malbatan nêzî 700 kesan pêk tê, hevdîtina xwe pêk aniye. Lê hinek malbatan li gorî dema ji wan re hatibû diyarkirin serdan nekir, ji bo wan piştî bidawîkirina vê qonaxê dê derfeteke din bê dayîn.

Komîteyê diyar kir ku bi armanca lezkirinê wê ew e ku rê bê dayîn ku hejmara kesên ku rojane daxwazên wan bên girtin, bê zêdekirin. Rojane dê ji 40-60 malbatan bên pêşwazîkirin. Wê ev hevdîtin heta dawiya Îlonê (2026) bidomin.

(sb)

ANHA