Li Parêzgeha Hesekê 65 hezar donim ji mewsimê çinînê şewitî

Gerînendetiya Çandiniyê li Parêzgeha Hesekê ragihand ku 65 hezar donim berhemên mewsimê heyî şewitîn, piraniya wan genim bû.

Li Parêzgeha Hesekê 65 hezar donim ji mewsimê çinînê şewitî
30 tîrmeh, 2026   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Çandiniyê û Reforma Çandiniyê li Hesekê aşkere kir ku di encama şewata mewsimê çinînê de derdora 65 hezar donim şewitîn, ji wan 61 hezar donim ê genim û 4 hezarên din ên ceh bû.

Li gorî Gerînendetiya Çandiniyê ev şewat herî zêde li herêmên Zirgan, Dirbêsiyê û Amûdê derketine.

Gerînendetiyê destnîşan kir ku di nava qanûnên heyî de danîna pereyan li şûna zirara şewatan tune ye, ji bo piştgiriya cotkarên ku zirar dîtine xebatên wan bi Wezareta Çandiniyê û rêxistinên navneteweyî re didomin.

Gerînendetiya Çandiniyê û Reforma Çandiniyê ragihand ku di nîvê vê mehê de li Parêzgeha Hesekê qonaxa çinîna zeviyên çandiniyê bi dawî bû. Bi giştî 776 hezar û 200 hektar ji zeviyên genim, ceh û nîsk hatin çinîn.

(sb)