Neîm Qasim: Em ê di plana şer a Nesrullah de dewam bikin

Sekretê giştî yê Hizbullah Neîm Qasim di axaftina xwe ya destpêkê de diyar kir ku bernameya wî şopandina Hesen Nesrullah e û dê partiya wî di piştgiriya xwe ji Xezayê re li dijî Îsraîlê bidomîne.

Neîm Qasim: Em ê di plana şer a Nesrullah de dewam bikin
30 cotmeh, 2024   19:53
NAVENDA NÛÇEYA

Sekreterê giştî yê nû yê Hizbullah Neîm Qasim destnîşan kir ku Hizbullah di vê qonaxê de li pêşberî fedakariyeke mezin e û ew ê plana xwe ya şer a berê bidomîne.

Qasim di axaftina xwe de diyar kir ku ew ê di hemû qadan de rêya Nesrullah bişopînin.

Qasim aşkera kir ku ew ê bi berxwedanê projeya Îsraîlê têk bibin.

Qasim destnîşan kir ku Hizbullah dikare şer bi mehan bidomîne. Ew ê li gorî şertên xwe şerê bi Îsraîlê re bisekinînin.

(mh/fr)