‘Yên wergerê dikin ji yên bi kurdî dinivîsin zêdetir in’

Rojnamevanan diyar kir ku di rojnamegeriya kurdî de kesên ku wergerê dikin ji kesên ku bi zimanê kurdî dinîvisinin zêdetir in û got divê pîşeya wergerê bi pisporî bê meşandin û wergêr baş werin perwedekirin.

‘Yên wergerê dikin ji yên bi kurdî dinivîsin zêdetir in’
22 nîsan, 2026   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN
BÊRÎVAN BEYAR

Rojnamegeriya kurdî dikeve sala xwe ya 128'an. Tevî gavên mezin ên di warê ziman û weşangeriyê de hatine avêtin, lê hîna hin astengî û pirsgirêk, bi taybetî di aliyê wergerê de, dewam dikin.

Rojnamevan Weysî Tallî û Dilyar Cizîrî têkildarî girîngiya wergerê di weşangeriya kurdî de, zehmetî û astengiyên ku derdikevin li pêşiya wergêran û rêbazên jiholêrakirina astengiyan ji ajansa me re axivîn.

Rojnamevan Weysî Tallî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya wergerê di rojnamegeriya kurdî de û got: “Werger beşeke girîng a çapemeniyê ye. Ji ber ku çapemenî navendeke wergirtina agahiyan ji çar aliyên cîhanê ye û pirzimanî ye. Mirov nikare weşangeriyeke xwe tenê bispêre zimanekî û agahiyan li ser wê bigire. Ji ber ku bûyer û pêşketinên çêdibin, li navend û parçeyên cuda ne. Ji bo ku tu wan bi rengekî herî baş û rast bigihînî xwînerên xwe, teqez pêwîstî bi wergerê heye. Werger bûye parçeyekî çapemeniyê. Ev ji bo çapemeniya kurdî jî derbasdar e. Kurdistan li ser çar welatan hatiye parçekirin û her welatek zimanê xwe cuda ye. Ji bo vê jî pêdiviya weşangeriya kurdî bi wê yekê heye ku bikare bûyer û pêşketinên li van welatan çi têkildarî Kurdan çi jî herêmî be bi zimanê xwe bigihîne xwînerên xwe. Ev ne tenê ji bo kurmancî derbasdar e. Helbet mijarên kurdî jî hene ku cîhan vê yekê bizane. Nimûne; şoreşa Rojava û bûyerên li wir rû didin, pêwîstî pê heye bi gelek zimanan ji bo raya giştî ya cîhanê bê ragihandin."

Weysî Tallî bi van gotinan rewşa wergerê di rojnamegeriya kurdî de nirxand: "Rewşa wergerê di rojnamegeriya kurdî de tenê li ser wergera mijarekê û bûyerekê dimîne. Anku ev mijar zêdetirî xwe di ajansan de derdikeve pêş, ji ber ku bi gelek zimanan weşangeriyê dikin. Werger jî beşeke esasî zêde esas nagirin û hem jî lawaz e. Nimûne, dosya û çîrokên pir balkêş ku bibe rênîşanek ji bo xwînerên Kurd pir zeîf in. Dîsa şopandina bûyereke ji medyayeke din lawaz e. Ya rasttir weşangeriya me di warê pirzimaniya çi nûçegihan û çi jî edîtoriyê de, pir xurt nîn e. Ev jî dihêle ku werger tenê li ser naveroka mijareke kete berdest sînordar bimîne. Bi qasî li ser zimanê werger dike, divê li ser ziman jî jî serwextiyeke xurt a çandî, siyasî û dîplomatîk hebe.”

Weysî Tallî behsa zehmetî û pirsgirêkên ku di wergerê de têne dîtin kir û ev tişt anî ziman: "Zehmetiya herî berbiçav tê dîtin, ne serwerbûna li ser ziman e, tîmên taybet ku karê wergerê çi li ajans û çi jî li televîzyonan dikin nîn in. Li televîzyonan dibe wek dublaj xebat tê kirin. Lê esasê xwe werger e. Di weşanên me de ev yek pir zeîf e. Ji derveyî nûçeyek bê amadekirin, mijara nûçeyeke lezgîn yan gihandina konferansekê, panelekê wergera wê pir zeîf e. Ev pirsgirêk zêdetir li ajansan derdikevin pêş, yan nabe bersiva karê tê kirin an jî nîvço dimîne. Wekî çareserî divê tîmên xurt ên wergerê werin avakirin û pêşxistin. Ya din divê werger wekî beşeke karê çapemeniyê esas were girtin û ji bo xurtkirina zimanê wergerê di weşangeriya kurdî de xebateke mezin bê kirin."

Rojnamevan Dilyar Cizîrî jî girêdayî heman mijarê got: "Weger ji bo hemû qadan gelekî girîng e. Ev ji bo çapemeniyê jî derbasdar e. Ev bi pêşketina teknolojiyê zêdetir giringiya xwe girtiye. Ji ber Kurdistan di nav 4 welatan de hatiye dabeşkirin, her wiha Kurd li gelek welatên cîhanê koçber bûne, ev girîngiya wergerê zêdetir dike. Di heman demê de ji bo gelê Kurd karibe siyaset û rojevên welatên din bihizire, werger rêbazeke bingehîn a pêşxistina ragihandinê bi giştî ye. Bi giştî werger rêbazeke binghîn a pêşxistina rojnamegeriya kurdî ye."

Dilyar Cizîrî anî ziman ku beşeke mezin a rojnamegeriya kurdî li ser wergerê dimeşe û ev li her çar aliyên Kurdistanê û li derve wisa ye û got: “Ji ber gelê Kurd di nava çar aliyên cîhanê de belav bûye, ev dibe sedema pêşketina xebatên wergerê. Lê di heman demê de ji ber zimanê kurdî li gorî devokan diçe û hîn zimanekî standart ê lihevkirî nîn e. Ev xal wergerê zehmet dike. Li aliyê din piraniya xebatkarên wergerê di çapemaniya kurdî de di nava xebatê de fêr bûne û pêk anîne. Li gorî standartên wergerê divê kesê wergerê bike, her du zimanan baş bizane, lê ji ber zêdebûna xebatên wergerê carinan hin kes dike nava vê pîşeyê de di zimanekî ji her duyan ne zêde hakim e, ev jî dibe sedema qelsî û lawaziyan."

Dilyar Cizîrî bal kişand ser vê yekê ku li Kurdistanê peymangeh, an zanîngehên taybet ên wergerê nîn in. Ev jî dibe sedema her aliyekî li gorî zanebûn û ezmûna kesên berî xwe wergerê bike. Lê çapemeniya azad bi taybet ji bo zaraveyê kurmancî devokek nêzî hevbeş çêdibe û dive zêdetir were pêşxistin."

Dilyar Cizîrî anî ziman ku di rojnamegeriya kurdî de wergêr ji kesên kurdî dinivîsin, çend qat zêdetir e û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ev yek ji pirsgirêkên bingehîn e. Erebî, tirkî, farisî û carina bi zimanên din tê nivîsandin, paşê wergerî kurdî tê kirin. Ev naveroka madeyê qels dike. Heta ji rojnamevan were bi zimanê xwe binivîse dê baştir be. Divê pîşeya wergerê bi pisporî bê meşandin û wergêrên çapemeniyê baş werin perwerdekirin."

Têkildarî çawaniya pêşxistina wergera kurdî rojnamevan Dilyar Cizîrî wiha got: "Teknîk pir bi pêş ketiye, gelek kes berê xwe didin wergera Googleyê û diweşînin, ev bandorê li naveroka nivîs û raporê dike. Divê hevalên me yên wergêr di vê mijarê de baldar bin. Di heman demê de perwedeya kesayetî girîng e, heger derfet hebe, peymangeh û heta zanîngeh ên taybet bi wergerê werin vekirin, dê baştir be."

ANHA