Li Xezayê 4 kes hatin kuştin

Li Xezayê di encama êrişên artêşa Îsraîlê de 4 kes hatin kuştin.

Li Xezayê 4 kes hatin kuştin
20 cotmeh, 2026   18:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku xebatkarên tenduristiyê dane Reutersê, di êrişeke hewayî ya hêzên Îsraîlê ya li bajarê Xezayê li ser avahiyekê de jina bi navê Dîna Ebû Bekir û hevserê wê Ekrem Îlyas jiyana xwe ji dest da. Artêşa Îsraîlê der barê êrişê de îdia kir ku wê li çekdarekî daye.

Hate ragihandin ku li nêzî taxa Qîzan Necar a Xan Yûnisê ya başûrê Xezayê zarokekî 17 salî di gulebarana hêzên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da û li taxa Zeytûnê ya rojhilatê bajêr jî kesekî din hat kuştin.

Li gorî agahiyên ku heman ajansê ji du çavkaniyên tenduristiyê yên Xezayê wergirtine, ji destpêka ragihandina agirbestê ve bi kêmanî hezar û 500 filistînî di êrişên Îsraîlê de hatine kutşin.

Îsraîl û Hemasê hev din bi binpêkirina agirbestê tawanbar kirin.

 (bb)