Balafirên keşfê yên Îsraîlê li ser gundewarên Dera û Şamê geriyan

Hêzên Îsraîlê li gundewarên Quneytrayê rêya diçe bajarê Selam girt. Di heman demê de balafirên wê yên keşfê li ser gundewarên Dera û Şamê geriyan.

Balafirên keşfê yên Îsraîlê li ser gundewarên Dera û Şamê geriyan
20 cotmeh, 2026   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeyeke hêzên Îsraîlê ku ji nêzî 20 leşkerî pêk tê, li pêşiya avahiya kevin a parêzgariyê ya bajarê Selamê yê Qunetyrayê bi cih bû.

Leşkeran dewriyeyê rêya gundên Hemîdiyê û derdora bajêr girt û tevgera çûn û hatina şêniyan asteng kirin.

Di heman demê de  balafirên keşfê yên Îsraîlê li ser bajarên Casim û Tesîlê yên gundewarên Derayê û devera Beyt Cin a gundewarê Şamê geriyan.

Beriya vê yekê jî hêzên Îsraîlê li gundê Seyda Hanûtê yê başûrê Quneytrayê bi beldozeran nêzîkî 13 donim erdên çandiniyê xirab kirin û bi qasî 300 darên zeytûnan rakirin.

(bb)