Li Tebqayê projeya çandina 10 hezar dar

Desteya Jîngehê ya kantona Tebqayê di çarçoveya projeya wê ya çandina 10 hezar dar de, hezar û 100 dar çandin. Ji bo hefteya bê jî amadekariya çandina 500 daran tê kirin.

Li Tebqayê projeya çandina 10 hezar dar
Li Tebqayê projeya çandina 10 hezar dar
Li Tebqayê projeya çandina 10 hezar dar
Li Tebqayê projeya çandina 10 hezar dar
Li Tebqayê projeya çandina 10 hezar dar
Li Tebqayê projeya çandina 10 hezar dar
Li Tebqayê projeya çandina 10 hezar dar
5 adar, 2024   04:34
TEBQA

Di çarçoveya projeyên 2024'an de Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, di 14'ê Çileya îsal de însiyatîfek ji bo çandina 10 hezar dar di parastgeha Green û deverên cuda yên kantonê de da destpêkirin. Ev hemleya yekemîn a çandina daran li kantonê ye.

Desteyê di serî de 600 şitilên daran li parastgeha Green çandin û hîna xebatên wê yên projeyê didomin.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya kantonê Cemal Ebdulletîf da zanîn ku di qonaxa duyemîn a projeyê de desteyê 500 şitilên nû yên daran çandin û dê li heman parastgehê hefteya bê 500 şitilên din biçîne.

Şitilên ku tên çandin cûr be cûr in.

Deste di vê demê de hewl dide bi rêya danîna boriyên avdanê û tûrbînan avê ji bo daran peyda bike. Her wiha cihên din ji bo çandinê tên amadekirin.

Hejmara giştî ya darên ku hatine çandin hezar û 100 e.

(mh)

ANHA