Li Sibêynê 7 birîndar ji bin kavilan hatin derxistin

Li herêma Sibêynê ya gundewarê Şamê teqînekê rû da. Di encamê de gelek kes birîndar bûn û hîn ji birîndaran di bin kavilan de asê mane. Xebatên derxistina wan didomin.

Li Sibêynê 7 birîndar ji bin kavilan hatin derxistin
9 cotmeh, 2025   00:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Sibêynê ya gundewarê Şamê teqînekê rû da. Di encamê de gelek birîndar çêbûn û ji bo nexweşxaneyan hatin rakirin.

Heta niha 7 birîndar ji bin kavilan hatin derxistin û hîn xebatên derxistina birîndarên din didomin.

Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku di encama teqînê de şewatek mezin bi 3 avahiyan ket.

Hat zanîn ku teqîn di kargeheke oksejînê ya di bin erdê de qewimiye.

(mh/fr)