Li Reqayê amadekariyên zivistanê

Bi nêzîkbûna zivistanê û daketina pileyên germahiyê re, tevgera li bazarên kantona Reqayê zêde dibe. Xwediyên dikanan jî dest bi firotina sobe û êzingan kiriye.

Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
8 mijdar, 2025   05:05
REQA

Bi nêzîkbûna zivistanê re, li bazarên bajarê Reqayê firotina alavên germkirinê zêde dibe. Buhayê sobeyekê ji 45 dolarî heya 200 dolarî ye.

Ji ber hebûna êzingan li herêmê û lêçûna wê ya kêmtir li gorî rêbazên din ên germkirinê, daxwaza ji bo sobeyên daran zêde ye.

Xelk dixwaze berî ku serma zêde bibe sobeyan bikire, ji ber ku di hefteyên pêş de dibe ji ber zêdebûna daxwazê ​​​y​an kêmbûna peydakirina wan li bazarê, biha bibin. Di heman demê de hin bazirgan vebijêrkên bikêrhatî bi buhayên kêmtir peyda dikin.

Tevgera bazarê bi kirîn û firotina sobeyan sînordar nîn e. Di heman demê de karê sererastkirina sobeyên kevn jî zêde bûye.

(ac/bb)

ANHA