6 sal e Hesekê bê av e

Ji 2019’an ve krîzeke dijwar a avê li Hesekê heye. Krîza ku dewleta Tirk a dagirker sedema wê ye, jiyana rojane ya nêzî milyon û nîv mirovan veguherandiya lêgerîna li avê û kirîna wê bi buhayên zêde.

6 sal e Hesekê bê av e
6 sal e Hesekê bê av e
6 sal e Hesekê bê av e
6 sal e Hesekê bê av e
6 sal e Hesekê bê av e
6 sal e Hesekê bê av e
6 sal e Hesekê bê av e
6 sal e Hesekê bê av e
6 sal e Hesekê bê av e
8 mijdar, 2025   06:05
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Bajarê Hesekê ku di destpêka sedsala 20’an de hat avakirin, yek ji mezintirîn bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Derdora milyon û nîv mirov li bajar û gundewarên wê bi cih bûne û  ava wan ji çemên Xabûr û Ceqceqê tê.

Bi zêdebûna hejmara niştecihan û kêmbûna jêdera ava Xabûr û Ceqceqê re, pêdivî bi avê zêdetir bû, nemaze ku ava binerd a bajar şor e û ji bo vexwarinê nabe. Li ser vê yekê stasyona Elokê li gundewarên bajarê Serêkaniyê hat avakirin.

DAGIRKIRINA ELOKÊ Û DESTPÊKA PIRSGIRIKÊ

Stasyona Elok di sala 2010’an de li gundê Elok ê 10 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Serêkaniyê ye hat avakirin. Stasyona ji 30 bîran pêk tê rojane derdora 175 hezar metrekub ava vexwarinê dida bajar û gundên Hesekê

Li stasyon depoyek e ku têra bi qasî 25 hezar metrekub av dike û 12 pompeyên sereke hene. Bi rêya toreke avê ya 67 km ava stasyonê dighêje stasyona Himê ya li gundewarê rojavayê Hesekê. Ji stasyona Himê av li taxên bajar û gundewarên wê tê belavkirin.

Stasyona Elokê  ji bo nêzîkî milyonek û nîv kesên ku li bajarê Hesekê û gundewarê wê û bi deh hezaran koçber û penaberên li kampên Holê, Erîşe, Weşûkanî dijîn, çavkaniya yekan ya ava vexwarinê ye.

Bi êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarê Serêkaniyê ( 9 Cotmeh 2019) re, stasyona Elok û xetên ku ceyranê dide wê hatin topbarankirin û bombebarankirin. Di encamê de stasyon ji xizmetê derket û av bi temamî li ser bajarê Hesekê û gundewarê wê qut bû.

Komîteyê Lêkolînan a Navneteweyî di dawiya Çileya 2020’ê de ragihand ku wê hewl da stsayonê sererast bike, lê endamên wê ji aliyê çeteyên Ehrar El Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hatin revandin.

Piştî dagirkirina Serêkaniyê di heman mehê de dewleta Tirk a dagirker 33 caran ava Elok li ser bajar û gundên Hesekê qut kir û di havîna 2023’an de av bi temamî hat qutkirin. Ji 2023’an ve li Hesekê û gundewarê wê pirsgirêkek mezin a avê heye.

Rêveberiya Xweser gelek caran ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bang kiribû. Di 16’ê Tîrmeha 2021’ê de Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) daxuyaniyek da û xwest ku stasyon mijara stasyonê ji mijarên siyasî û leşkerî werin dûrxistin. Lê dewleta Tirk bikaranîna stasyonê wekî çekekê li dijî Rêveberiya Xweser didomîne.

Ji 6 salan ve şêniyên Hesekê neçar in ava sarîcan bikirin. Buhayê bermîlekê tenê dighêje 35 hezar lîreyan. Ji ber bikaranîna ava sarîcan ku gelek caran ne paqij e, jehrîbûn û nexweşî belav bûne. Gelek malbatan jî di hewşên malên xwe de bîr kolandine, lê ava bîran şor e û ji vexwarinê re nabe. Jin barê kişandina avê bo malên xwe rakirine ku êşa wan a rojane giran dike.

HEWLDANÊN ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA AVÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca çareserkirina pirsgirêka avê û dîtina çareseriyên alternatîf ji stasyona Elokê ket nava hewldanan. Rêveberiya Xweser di destpêka 2020’î de projeya Xabûrê dabû destpêkirin û wekî projeyeke mayînde bi nav kiribû. Lêçûna projeyê 3 mîlyar û 134 mîlyon lîreyên Sûriyeyê bû. Di vê projeyê de ava çemê Xabûrê ku xwe dispêre baran bi rêya pompe û kanalan kişand Bendava Rojhilat a Hesekê. Lê ji ber kêmbûna baranê, hişkesaziya ku li herêmê xist, dîsa kolandina bi sedan bîran li Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve û avakirina derdora 29 bendavên biçûk li ser çemê Xabûr li gundewarê Serêkaniyê yên dagirkirî, ava Xabûrê hema bêje qut bû bû û di encamê de proje bi temamî sekinî.

PROJEYA HIMÊ

Piştî projeya Xabûr sekinî, Rêveberiya Xweser di heman sale de projeya Himê li bakurê rojavayê Hesekê da destpêkirin. Di vê projeyê de 50 bîr hatin kolandin ku beşek ji pêdiviya bajar a ava vexwarinê bi cih bîne.

Pêdiviya rojane ya herî kêm a avê ya bajêr bi qasî 48 hezar metrekub e, lê pêdiviya standard digihîje 150 hezar metrekub di rojê de  ye.

Li gorî daxuyaniyên ku wê demê komîteya berpirsa projeyê dabûn ajansa me, biryar bû ku ev bîr her 10 rojan avê bide taxeke bajar. Lê ji ber belavbûna koronayê û girtina rê û deriyên sînorê proje temam nebû. Di heman demê de kêmbûna baranê bû sedem ku bîr zuha bibin û proje bisekine.

PROJEYA FIRATÊ

Di sala 2021’ê de Rêveberiya Xweser projeya kişandina ava Firatê ji bajarê Siwer ê Dêrazorê heya Elwa û Şedadê ber bi Hesekê ve dabû destpêkirin û mîlyon û nîv dolar li ser vê projeyê hat xerçêkirin.

Proje di demekê de ji sedî di navbera 15 heya 20 pêdiviya bajar a avê peyda bike. Lê ji ber sedemên teknîkî û jîngehî, texrîkirina xetên avê, dîsa jî qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve hişt ku proje berdewam neke.

PROJEYA AMÛDÊ

Piştî têkçûna her sê projeyan Rêveberiya Xweser projeyek nû da destpêkirin ku avê ji gundewarê Amûdê bi bihayê 40 milyon dolarê Amerîkî bîne Hesekê. Proje li ser esasê ku 20 bîr li gundê Sincaqa Saedûn ê li başûrê bajarê Amûdê werin kolandin û av ji wir bi rêya toreke nû ya ku hatibû plankirin hefteyê carekê avê bigihîne bajarê Hesekê.

Xebatên projeyê ji sedî 35 pêk hat, lê ji ber hişkesaliyê û kêmbûna asta ava binerd proje hate rawestandin.

Yek ji rêveberên Rêveberiya Giştî ya Avê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Ebdurehman Mihemed, bêyî ku sedema rawestandinê diyar bike, ji ajansa me re anî ziman ku projeya anîna avê ji bajarê Amûdê bo Hesekê rawestiyaye.

BAJAR LI HÊVIYA AVÊ YE

Ji ber nebûna alternatîfekî ji stasyona Elokê û qutkirina ava stasyonê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, 6 sal e pirsgirêka avê li bajar û gundewarên Hesekê çareser nebûye. 6

(ac/bb)

ANHA