Li Tebqayê projeya Bazara Hevrîşmê dest pê kir

Şaredariya Gel a Tebqayê projeyeke taybet ji bo jinan bi navê "Bazara Hevrîşmê" da destpêkirin.

8 mijdar, 2025   03:35
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê 2’yê Mijdarê dest bi pêkanîna projeya "Bazara Hevrîşmê" (El Herîr) kir. Ev proje ji bo jinan hatiye veqetandin, armanca wê jî piştgiriya jinan a aborî û civakî ye. Proje li Taxa Duyemîn li ser rûbereke bi qasî 2 doniman pêk tê.

Berdevka Ofîsa Jinan a Şaredariya Gel a Tebqayê Ixlas El Nacî diyar kir ku niha xebat ji bo sererastkirina binesaziyê û dirêjkirina tora kanalîzasyonê li cihê projeyê tê kirin û tê texmînkirin ku proje di navbera 6-8 mehan de bi dawî bibe.

Ixlas El Nacî destnîşan kir ku armanca projeyê ew e ku rola jinan, bi taybet ên li male dixebitin, were zêdekirin da ku derfetên kar ên nû ji bo wan werin vekirin.

Ixlasê anî ziman ku şêwaza mîmarî ya projeyê dê kevneşopî be, ev şêwazê avakirinê dê karaktereke cihêreng bide bazarê ku ew bi xwe nasnameya dîrokî ya bajarê Tebqayê ye.

Ixlas El Nacî got ev proje 34 dikanan dihewîne, her yek bi qasî 20 metredam û nêzî 180 hezar dolarê amerîkî lêçûna wê heye. Dikan dê bi mîqdarên sembolîk ji jinan re werin kirêkirin da ku piştgiriyê bidin karsaziyên wan û wan teşwîq bikin ku hilberînin.

Di dawiyê de Îxlas El Nacî got: “Bazar dê bibe cihekî aborî û civakî ku ji bo jinan hatiye veqetandin, wê afirîneriya wan di kar û hilberînê de diyar bike, her wiha tabloya bajarê Tebqayê ku mîrasa xwe diparêze û rola jinan a rastîn di avakirina civakê de dide jinan, temsîl bike.”

(ac)

ANHA