Michael Randrianirina bû serokkomarê Madagaskarê

Mîralay Mickael Randrianirina çend roj piştî ku yekîneya wî ya leşkerî dest danî ser desthilatê, bû serokkomarê Madagaskarê.

Michael Randrianirina bû serokkomarê Madagaskarê
17 cotmeh, 2025   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Mîralay Michael Randrianirina (51) îro sond xwar û bû serokkomarê Madagaskarê. Merasîma sondxwarinê li Dadgeha Bilind a Destûrî pêk hat.

Randrianirina di civîneke çapemeniyê de got ew dixwaze Komara Madagaskarê ji nû ve ava bike. Her wiha anî ziman ku niyeta wî heye ji bo hilbijartina serokwezîr di demeke nêzîk de şêwiran bide destpêkirin.

Tevî ku dadgehê biryar daye ku hilbijartin di nava 60 rojan de bêne kirin, lê Randrianirina destnîşan kir ku hilbijartinên giştî dikarin di nava 18-24 mehan de werin lidarxistin.

Ji 25’ê Îlonê ve, li Antananarivoyê ku paytexta Madagaskarê ye, xwepêşandanên berfireh ji ber qutbûna av û elektrîkê dest pê kirin. Xwepêşandarên piştre daxwaza betalkirina erkdariya serokkomar Andry Rajoelina kir. Ji ber gefan serokkomar welat terk kir. Piştî xwepêşandanan artêşa Madagaskarê dest danî ser rêveberiyê. Di encama xwepêşandanan de ku ji dawiya Îlonê heya didomin, herî kêm 22 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûne. Pêşengiya protestoyan ji aliyê zoomeran (nifşê Z) ve hatibû kirin.

Neteweyên Yekbûyî ev bûyer wek "guhertina desthilatdariyê ya nedestûrî" bi nav kir û şermezar kir. Yekitiya Afrîkayê jî endamtiya Madagaskarê sekinand.

MICHAEL RANDRIANIRINA KÎ YE?

Michael Randrianirina li gundê Sifuhibuti yê li başûrê rojhilatê herêma Ambovombe ya parêzgeha Androy a li başûrê Madagaskarê ji dayik bû. Di nava civateke gundewarî ya muhafezekar de mezin bû. Bi girêdana xwe ya xurt bi malbat û kokên civaka xwe ve dihat nasîn. Ji ber van taybetmendiyên wî rêzgirtineke berfireh qezenc kir.

Michael Randrianirina li Akademiya Efserên Antsirabe perwerdeya leşkerî dît û tev li artêşê bû. Di artêşê de pileyên girîng bi dest xistin heta ku bû fermandarê yekîneya ’Cabsat’ ku yek ji yekîneyên leşkerî yên herî bihêz û bibandor a li welat e. Ji sala 2016’an heta 2018’an serokê Parêzgeha Androy bû. Heta Tîrmeha 2023’yan fermandariya yekîneya leşkerî ya li Toliara, başûrê rojavayê Madagaskarê kir.

Randrianirina di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi sûcê "teşwîqkirina serhildana leşkerî û hewldana derbeyê, qedexeya hilbijartinên serokkomariyê hate girtin û li Girtîgeha Tsiavahi hate ragirtin.

(bb)