Cezayekî nû yê ‘disîplînê’

Hat zanîn ku cezayekî nû yê “disîplînê” ji bo Rêber Abdullah Ocalan ku 3 sal in bi tu rengî agahî jê nayê wergirtin, hatiye dayîn.

Cezayekî nû yê ‘disîplînê’
21 cotmeh, 2023   10:05
NAVENDA NÜÇEYAN
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo malbat bi Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Îmraliyê re hevdîtinê bikin, di 10'ê Cotmehê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan.

Parêzeran di serlêdana xwe de xwestin ku malbat hevdîtin bi muwekîlên wan re bikin û ger hebe "cezayekî dîsiplînê" yê nû mînaka dosyeya lêpirsînê bê dayîn û ger "cezayekî" nû hebe divê bê betalkirin.

Dadgeriya Înfazê di 13'ê Cotmehê de bersiva serlêdana parêzeran da û got ku derbarê Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din de "cezayekî dîsiplînê" yê nû heye. Lê belê nehat gotin ku bê ev "cezayê dîsiplînê" kengî hatiye dayîn.

Dadgeriyê ku hemû daxwazên parêzeran red kir, daxwaza parêzeran a ji bo mînaka dosyeyê jî bi hinceta ku dê "di çapemeniyê de belav bibe" red kir.