Li Kalîforniyayê bi hezaran kes ji ber şewatê hatin tehliyekirin

Şewatek li daristanên bakurê Kalîforniyayê bû sedem ku bi hezaran kes ji cihên xwe werin derxistin.

Li Kalîforniyayê bi hezaran kes ji ber şewatê hatin tehliyekirin
4 tîrmeh 2024   12:26
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Hate zanîn ku rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi hezaran kesên li bakurê welêt, ji ber şewata ku ji ber germahiya zêde derketiye, tehliye kirine.

Li herêmê tîmên agirkujiyê ji bo parastina daristan û xaniyên li herêma ku lê şewat derketiye, li ber xwe didin û helîkopter û balafirên avê ji bo vemirandina şewatê bê navber kar dikin.

Dihat texmînkirin ku li bakurê DYA’yê germahiyeke zêde pêk were û li nêzî herêma Oroville ku rayedaran xwestibû zêdetirî 10 hezar welatiyên li wê herêmê werin tehliyekirin, ji roja sêşemê heya niha zêdetirî hezar û 400 hektar erd ji ber şewatê bû xwelî.

Şewat li nêzî herêma Paradise e ku di sala 2018’an de lê şewateke pir mezin rû dabû û di encama wê şewatê de 85 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Waliyê Kalîforniyayê Gavin Newson ji bo ku zêdetir derfetên vemirandina şewatê werin bikaranîn, rewşa awarte îlan kir.

Li gorî çapemeniya welêt, nêzî 25 hezar kes tên tehliyekirin.

Tê texmînkirin ku di rojên pêş de li herêmê germahiya hewayê bibe 46 derece.

Li gorî zanyaran, ev pêlên germahiya zêde yên dubare, nîşaneyên germbûna gerdûnî ne.