Li Helebê êrişa çekdarî: 3 kes hatin kuştin

Di êrişa çekdarî ya li bajarokê Tamora yê gundewarê bakurê Helebê de 3 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li Helebê êrişa çekdarî: 3 kes hatin kuştin
9 îlon, 2026   19:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di encama pevçûneke navbera 2 malbatan de li bajarokê Tamora li nêzî bajarê Enedanê yê bakurê Helebê û piştre bikaranîna çekan 3 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji ber nakokiya di navbera 2 malbatan de û piştre çek hat bikaranîn, kuştî û birîndar çêbûn.

SOHR’ê daxuyand ku malbata yek kuştî tola kuştiyê xwe hilanî, ji ber ku pevçûn derket û kuştî zêde bûn.

Di 7’ê Tebaxê de li Tamora di navbera ferdên 2 malbatan de pevçûnên giran rû dabûn, di encamê de kesek hat kuştin û yek jî bi giranî birîndar bûbû.

(f)