Li gundewarên Quneytîrayê tevgera Îsraîlê

Artêşa Îsraîlê derengiya şevê ket bajarokên Cibata El Xeşeb û Selam ên Quneytîrayê û bi ser malan de girt.

Li gundewarên Quneytîrayê tevgera Îsraîlê
27 adar, 2026   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku yekîneyeke artêşa Îsraîlê saet 10’ê şevê derbasî bajarokê Cibata El Xeşeb ê Quneytîrayê bû.SOHR'ê da

zanîn ku yekîneya artêşê bi ser mala xebatkarekî çapemeniyê yê hikumeta demkî de girt, mala wî kontrol kir û ew xist ber lêpirsînê. Nehat zanîn ku xebatkarê çepemeniyê hat destgîrkirin an na.

Hate diyarkirin ku yekîneya artêşa Îsraîlê tevgera xwe li hundirê bajarok ber bi qada sereke ve dewam kir, piştre derbasî Mizgefata Xalid Bin El Welîd a ku hîna tê avakirin, bû.

SOHR'ê ragihand ku yekîneyê bi ser maleke nêzî mizgeftê de girt û kontrol kir.

Hate gotin, yekîneyê piştî tevgera zêdetirî saetekê li bajarok dewam kir, yekîneya artêşa vekişiya baregeha xwe ya nêzî bajarokê.

SOHR'ê da zanîn ku yekîneyeke artêşê tevî 4 erebeyên leşkerî derbasî bajarê Selam ê gundewarên Quneytîrayê bû.

(bb)