Îsraîlê êrişeke berfireh li dijî binesaziya leşkerî ya Tehranê pêk anî

Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi şev êrişeke berfireh li dijî binesaziya leşkerî ya li Tehranê pêk aniye.

Îsraîlê êrişeke berfireh li dijî binesaziya leşkerî ya Tehranê pêk anî
27 adar, 2026   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku wê duh bi şev êrişên hewayî li dijî baregehên leşkerî yên li Tehranê pêk anî.

Artêşê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrişê de, bi dehan kargehên leşkerî, baregehên çêkirina çekan, cihên avêtina mûşekan û endamên pergala mûşekan hatine hedefkirin, di encamê de zirarên mezin ji kapasîteya hilberandina rejîmê de bû.

Her wiha li gorî daxuyaniyê, li baregehên perwerdekirina leşkerî, depoyên pergalên mûşekên li dijî balafiran, baregeheke hilberandin û pêşxistina parçeyên sereke yên mûşekên balîstîk, cihên çêkirina betariyên çekan û çekên Artêşa Pasdaran jî hatin xistin.

Li gorî artêşê, hat tesbîtkirin ku hejmarek endamên pergala mûşekên balistîk dema êrişê ji baregeha leşkerî derdiketin, hatin tunekirin.

(bb)