Cenazeyê Ehmed Huseynî ber bi Rojava ve hate birêkirin

Cenazeyê Ehmed Huseynî ku li Swêdê jiyana xwe ji dest dabû, li Amedê bi merasîmekê ber bi Rojava ve hate birêkirin.

Cenazeyê Ehmed Huseynî ber bi Rojava ve hate birêkirin
27 adar, 2026   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê helbestvan Ehmed Huseynî li Amedê piştî merasîmekê ber bi Rojava ve hate birêkirin.

Ji bo Huseynî ku 10'ê Adarê li Swêdê ji ber kanserê jiyana xwe ji dest dabû, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê merasîm hate lidarxistin. Hevalên Huseynî, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî di nav de, gelek kes beşdarî merasîmê bûn.

Darbesta Ehmed Huseynî bi rengên kesk û sor û zer hate xemilandin, wêneyên wî hatin nîşandan û qurnefîl danîn ser darbesta wî.

Piştî merasîmê cenazeyê Ehmed Huseynî ji bo ku di ser Deriyê Sînor ê Xabûrê re bê derbaskirin, ber bi Rojava ve hate şandin.