Li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî êrişa bi dronan

Hêzên Amerîkayê yên li baregeha Qesrik a Koaslîyona Navneteweyî ya li gundewarê Hesekê 2 dronên êrişî baregehê kirin, xistin.

Li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî êrişa bi dronan
Li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî êrişa bi dronan
Li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî êrişa bi dronan
Li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî êrişa bi dronan
Li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî êrişa bi dronan
Li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî êrişa bi dronan
Li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî êrişa bi dronan
Li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî êrişa bi dronan
29 adar, 2026   09:13
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandine, di saetên derengiya şevê de bi 2 dronan êrişî baregeha Qesrik a Koalîsyona Navneteweyî ya li  bakurê bajarê Hesekê hat kirin.

Nûçegihanê me da zanîn ku hêzên Amerîkayê yên li baregehê dron asteng kirin û agahî dan ku dronek li taxa Til Ehmer a navenda bajarê Til Temirê ket û bermahiyên drona din li gundê Til Mesas ê başûrê Til Temirê ketin.

Ji destpêka şerê Îsraîl-Amerîka yê li dijî Îranê ve 4 caran êrişên bi dronan li ser herêmê hatine kirin û 8 dron hatin xistin.

Der barê êrişê de zerar çênebûn.

(bb)