Bi dronan êrişî Başûrê Kurdistanê hat kirin

komên çekdar ên nêzî Îranê duh bi şev bi dronan êrişên gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê kirin.

Bi dronan êrişî Başûrê Kurdistanê hat kirin
29 adar, 2026   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, şeva borî bi dronên êrişî Başûrê Kurdistanê hat kirin. Ji cihên hatî hedefkirin Kampa Azadî û Zewye Spî yên li navçeya Koye bûn. Der barê ziyanên êrişê de agahî nehatine belavkirin.

Her wiha hate zanîn ku di saetên dereng de 3 caran bi dronan êrişî Hewlêrê hat kirin, lê dron ji hewa de hatin teqandin. Têkildarî ziyanên êrişê jî agahî nehatine parvekirin.

Devera bazargeh a Mexmûrê jî ku hêzên pêşmerge lê ne û mala serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê û çiyayê Korek hatin hedefkirin.

Hate diyarkirin ku ji ber zêdebûna êrişan li Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Soran û Koye îro dibistan nehatin vekirin û wek betlane hate ragihandin.