Li Dêrikê agirê Newrozê hate vêxistin

Şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarê wê, li dijî biriyara hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ku cejina Newrozê nexistiye nav roj û cejnên fermî de, agirê Newrozê dadan.

Li Dêrikê agirê Newrozê hate vêxistin
Li Dêrikê agirê Newrozê hate vêxistin
Li Dêrikê agirê Newrozê hate vêxistin
Li Dêrikê agirê Newrozê hate vêxistin
Li Dêrikê agirê Newrozê hate vêxistin
11 cotmeh, 2025   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarê Dêrikê, her wiha endamên saziyên sivîl û leşkerî li rêya ketina bajêr agirê Newrozê vêxistin. Ev çalakî weke bersivekê ji bo biriyara hikûmeta veguhêz ya Sûriyeyê ku cijina Newrozê ji derveyî roj û cejnên fermî hiştiye, pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, rêvebera Kongira Star ya li Dêrikê Wefa Elî axivî û diyar kir ku newroz roja azadiya gelê Kurd e, bi hezaran ji kurdistanî û pêkhateyên din yê li Sûriyeyê her sal vê cejina Newrozê pîroz dikin.

Her wiha Wefa Elî siyaseta inkar û paşguhkirinê ya hikûmeta veguhêz ku li dijî pêkhateyên li Sûriyeyê pêk tine şermezar kir.

Piştî axaftinê şêniyan agirê newrozê dada û dîlan gerandin.

(ac/k)

ANHA