Navendîtî û nenavendîtî

Cudahiya cewherî di navbera sîstema navendî û ne nenavendî de mezin e, bi taybet di mijara belavkirina erk û berpirsyariyan de. Navendîtî tê wateya hemû biryar di asta jor de werin dayîn. Ev dibe sedema nermbûn kêm bibe û di bersivdayîna guhertinên herêmî de giraniyê pêk tîne. Nenavendîtî di asta îdarî ya herî jêr de jî biryarên xwe yên taybet bi xwe dide. Ev jî lezê dide pratîka herêmî û bersivdayînê.

Navendîtî û nenavendîtî
12 cotmeh, 2025   03:45
EKREM BEREKAT
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek welatên cîhanê guhertinên siyasî û îdarî yên bi lez çêdibin. Lewma mijara belavkirina erk û misyonên îdarî derdikevin pêş. Ji ber ku ev nûnertiya cewhera bingehîn a avakirina desthilatdarî û rêveberiyê dike. Cudahiya di navbera sîstema navendî û nenavendî de girîngiyeke mezin derdixe pêş. Ev ne tenê di aliyê rêxistinî de ye, lê belê di mijara edalet, burokrasî û hêza saziyan a di bersivdayîna pêwistiyên civakên herêmî de diyar dibe.

Ev rapor rêgezên sereke yên her du sîstemên rêveberiyê dinirxîne. Di navbera her du sîsteman de hêza belavkirina desthilatê analîz dike. Bi taybet di mijara leza biryardayînê û asta çavdêriyê de, nimûneyên li hin welatên cîhanê hatine nîşan dide. Di heman demê de balê bikişînin ser ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ya wekî nimûneyeke nenavendî ku  hewl dide rola civakên herêmî bi pêş bixe û rewşa sîstema navendî ya klasîk ava kiriye, derbas bike.

Navendîtî: Ew sîstemeke desthiladariyê tê de sînordarkiriye, biryar di destê bilind de tên avakirin. Biryar herî zêde li paytextê yan di navenda hikumetê de ye. Li vir hemû perspektîf derdikevin û siyaset di yek navendê de tê amadekirin.

Nenavendîtî: Ew sîstema biryardayînê di nava astên cuda de belav dike. Derfetê dide aliyên herêmî û serbixwe da bikarin di plandayîn û pêkanînê de biryaran bidin. Ev li gorî taybetmendinên herêman û rêveberiya wan pêk tê. Rê dide civakên herêmî rêveberiya kar û barên xwe bikin û demokrasiya îdarî bi pêş dixe.

CUDAHIYA DI NAVBERA NAVENDÎTÎ Û NENAVENDÎTIYÊ DE

Cudahiya cewherî ya di navbera her du rêbazan de di çawaniya belavkirina desthildarî û berpirsyariyan ve girêdayî ye. Navendî tê wateya hemû biryar di asta herî bilind de têne girtin. Ev rêbaza bi hêsanî siyasetan dike yeke û çavdêriya wê hêsantir dike. Lê hişke û nermiyê sînordar dike, bersivdayîna ji guhertinên herêmî re asteng dike. Berovajî wê sîstema nenavendî rê ji aliyên herêmî û rêveberî re vedike. Dikarin biryarên taybet bi xwe bidin. Ev jê dibe sedema pêşxistsina xuliqkariyê û rolên civakî pêş dixe.

 Xwezaya sîstema siyasî û rola wê ya pêkanîna yek ji her du sîsteman roleke serke ye. Sîstemên yekdestdarî ber bi navndîbûnê ve meyil dibin. Berûvajî wê sîstemên demokratîk sîstema belavkirina rêveberiyê esas digre.

Batştir tê dîtin navendî di saziyên biçûk de were bikaranîn. An di demên awerte de. Di wê demê de yekbirara bi lez tê xwestin. Di saziyên mezin û şaxên wê pirin, biryara nenavendî esas tê girtin. Ji ber wê gelek sazî û dewletên cîhanê berê xwe didin sîstema nenavendî.

Di dewletên cîhanê de sîstemên rêveberiya îdarî û siyasî di navbera nimûneya navendîtî û nenavendîtiyê de têne guhertin. Ev guhertin bandorê li desthiltdarî û biryardayînê dike. Di heman demê de bandora wê di nirxandina xizmetên giştî de giring e.

WELATÊN XWEDÎ SÎSTEMÊN NAVENDÎ

Dewletên navendî bi girtina desthilatdariyê di hikumeta nîştimanî de esas digre. Piraniya biryaran li paytextan têne girtin. An ji aliyekî navendî ve ew biryar tên. Desthilata rêveberiyên herêmî sînordar e. Ew jî di bin çavdêriya hikumeta navendî de ye.

Nimûne:

Misir: Li ser esasê sîstemeke îdarî ya navendiya bi hêz bi rê ve diçe. Parêzer ji aliyê nûnerên hikumeta navendî ve têne bi rê ve birin.

Sûriye: Sîstema îdarî ya navendî ya kilasîk e.

Japonya: Tevî pêşketina wê ya îdarî, lê desthildariya wê ya rêveberiyê navendî ye. Navenda wê ya biryarê di hikumeta niştimanî de ye.

DEWLETÊN SÎSTEMÊN WAN NENAVENDÎ

Ev dewlet li ser esasê belavkirina desthildariyê di navbera hikumeta navendî û desthildariyên herêmî de pêk tê. Di mijara biryardayînê de derfetên fireh di aliêyn zagonsazî û biryardayînê de dide rêveberiyên herêman.

Nimûne:

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê: Ew nimûneyeke fedral e. Her wîlayetek xwedî biryarên zagonî û biryardayîna li ser pêşeroja xwe ye.

Almanya: Dewletek fedral ji hejmarek wîlayetên xwedî rêveberiya herêmî ya berfireh in.

Swîsre: Xwe dispêre sîstema kantonan, her kantonek di mijarên navxweyî de xwedî berpirsyariyên berifreh ên îdarî ye.

DEWLETÊN PERGALÊN WAN TEVLIHEV

Hin dewlet nimûneyên tevlihev a rêveberiyê bi cih tînin. Di navbera sîstema navendî û nenavendî de tev digerin. Bin desthilatdariyan dide rêveberiyên herêmî, lê desthilata xurt di navendê de bi cih dike.

Nimûne:

Brîtanya: Tevî dewleteke, lê li cem wan erkdayînek berfireh daye hikumetên herêmî. Wekî nimûne hikumetên Îskoçya, Walls û Îrlandaya Başûr ên di nava wê de ne.

Endonezya: Destpêkê wekî navendiya hişk bû, lê paşê û hêdî hêdî veguhezî sîstema nenavendî, bi taybet piştî sererastkirinên siyasî yên pêk anîn.

DEWLETÊN NAVENDÎ BI SÎSTEMEK NENAVENDÎ

Dewletên navendî bi sîstemeke nenavendî, ew dewleta di aliyê serweriyê de xwe dispêre hikumeteke navendî ya yekbûyî, lê mafê biryardariyê dide desthilatên herêmî yan ên kantonan. Ev di çarçoveya îdarî û siyasî ya ne bi temamî serbixwe pêk tê.

Ev nimûne di navbera yekitiya dewletan û di navbera belavkirina desthiladariyê de hevsengiyeke ava dike. Di pêkanîna pspora îdarî de tê bikaranîn. Riya bersivdayîna herîmî vedike. Wiha jî zexta li ser navendê kêmtir dike.

Wekî nimûne:

Fransa: Yek ji nimûneyên navendî yên diyar e. Lê ew ne bi temamî dewleteke navendî ye. Lê belê sîstemeke îdarî ya nenavendî ya pêşketî piratîze dike. Mafê biryardariya berfireh dide komên herêmî û herêman. Şaredarî û meclisên hilbijartî, perwerdeyê, veguhestin, plana avahiyê di çarçoveya dewleta yekbûyî de bi rêve dibe.

Mexrib: Dewleteke navendî ye, lê tenê hin diyardeyên nenavendîtiyê tê de hene.

Hilbijartina nimûneya rêveberiyê xwe tenê naspêre mezinbûna dewletê û hejmara nifûsa civaka wê. Lê belê ew bi mijarên dîrokî, siyasî û çandî ya wê dewletê ve jî girêdayî ye. Dewleta navendî yekbiryardariyê misoger dike. Lê sîstema nenavendî rê dide pirengiya siyasî û li gorî pêdiviyên civakên herêmî tev digere.

Analîzkirina cudahiya di navbera sîstema navendî û nenavendî di aliyê îdarî de tenê pêk nayê. Lê asta têkiliya di navbera sîstema siyasî û asta bersivdayîna wê ji pêdiviyên civakê re aşkera dike. Ew pirrengiya çandî û cografî wekî li Sûriyeyê nîşan dide. Nimûneya navendî li vir ne têrker e. Lê gelek li şûna biba çavkaniya çareseriyan dibe dibe çavkaniya aloziyan û kûrkirina wan.

Sîstema navendî li Sûriyeyê bi salan bû sedema paşguhkirina gelek aliyan. Beşdariyên siyasî hatin sînordarkirin. Çavkaniyên aboriyê û biryaran di destê desthilata navendî de hatin hiştin. Ev bû sedema çînbûyîna zêde, bû sedema lawazkirina zemîna civakî, valatiyên kor di navbera dewletê û civakê de çêkir. Ev navendîbûyîn ne tenê hilbijartinek îdarî bû. Lê bû dengvedana desthildariya heyî, bêyî pêşxistina rêveberiya herêmî bû.

EZMÛNA RÊVEBERIYA XWESERIYA DEMOKRATÎK A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Li aliyê din nimûneya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gaveke wêrek a ji bo şikandina xeta sîstema navendî ya klasîk bû. Ev bi nimûneya esasgirtina nenavendiya demokratîk pêk hat. Desthilatdarî ji nû ve belav kir, rola civakan bi pêş xist. Rola pêkhateyan di dayîna biryaran de mezin kir. Ev hemû di Hevpeymana Civakî de hatiye destnîşankirin. Di madeya 11’an Hevpeymana Civakî de tê gotin rêveberiya xweseriya demokratîk ji kantonan pêk tê, xwe dispêre rêgeza demokrasiya herêmî.

Ev nimûneya Rêveberiya Xweser desthilatê di navbera meclisên herêmê û desteyên civakî de belav dike. Ev rolê dide civakan cihê xwe di rêveberiya li gorî çand û siyaseta taybet bi rê ve bibin. Ev di rêya avakirina komîn û meclisên hilbijartî de pêk tê. Pratîka wê jî di avakirina komîn û meclisan de diyarker e. Avakirina desteyên rêveberî û zagonsaziyê di asta hemû kantonan de nîşana pratîzekirina wê ye. Li şûna netewedewletê konfederasyona civakî esasê hatiye girtin. Di madeya 74’an a Hevpeymana Civakî de ev jî diyar dibe. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana civakî ya demokratîk û asas bi avakirina komîn, meclis, akademî, kooperatîf û yekîneyên aborî yên civakî û saziyan pêk tê. Saziyên wê jî li ser esasê sîstema civakî ava dibe.

(dc)