Li çeperên dagirkeran teqîn pêk hat

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi şev careke din derb li dagirkerên li Girê Amediyê bicih bûne xistin. Li çeperên dagirkeran Teqîna pêk hat û bi kamerayan hat kişandin.

Li çeperên dagirkeran teqîn pêk hat
6 hezîran, 2024   08:39
NAVENDA NÛÇEYA

Derbeyên bibandor yên Gerîlayên Azadiyê yên li dijî dagirkerên li Girê Amediyê bicih bûne bênavber dewam dikin. 

Gerîlayên ku ji duh ve gelek caran bi teknîka taybet çalakiyan lidar dixin, bi şev careke din li çeperên dagirkeran hate dayîn û di encamê de teqînek mezin li çeperên dagirkeran rû da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 5’ê Hezîranê saet 22:20’an li Herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Herêma Şehîd Delîl ya dikeve rojava Zapê li dijî dagirkeran bi teknîkeke taybet çalakiyek hatiye lidarxistin.

Di encama çalakiyê de li çeperên dagirkeran teqîneke mezin rû da” û teqîn bi qeydên kamerayên gerîla jî hat piştrastkirin.