Çalakiya girtiyan di roja 193'yan de didome

 Girtiyên azadiyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên siyasî, 193 roj e li ber xwe didin.

Çalakiya girtiyan di roja 193'yan de didome
6 hezîran, 2024   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyan destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan neyên qebûlkirin, dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. 

Girtiyên azadiyê piştre di di 12’ê sibatê de bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji bo çalakiya wan bandorê li xebatên hilbijartinê neke, biryar dan ku dê piştî hilbijartinê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Girtiyên PKK û PAJK’î di 3’yê nîsanê de bi ser navê Denîz Kaya daxuyaniyek weşandin û ragihandin ku ew bi boneya 4’ê Nîsanê Roja jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin.

Çalakiya girtiyên azadiyê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka ku di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin, di roja 193’yan de bi qonaxeke nû, bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, malbatan û dadgehê didome.