Dagirkeriyê gundekî Şêrawa topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker vê êvarê gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrîn û Şehba bi guleyên obîsan topbaran kir. Di encamê de agir bi daristana li rojavayê Aqîbê ket.

Dagirkeriyê gundekî Şêrawa topbaran kir
5 hezîran, 2024   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, vê êvarê artêşa Tirk a dagirker bi guleyên obîsan gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrîn û Şehba topbaran kir. Di encamê de agir bi daristana li rojavayê Aqîbê ket. 

Ji bo vemirandina agir Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi hevkariya şêniyan hewl didin agir vemirînin.

(fr)