Li başûrê Lubnanê êrişên Îsraîlê

Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir.

Li başûrê Lubnanê êrişên Îsraîlê
6 tebax 2024   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa National News a Lubnanê (NNA), artêşa Îsraîlê li taxa Nadî ya li gundê Menfedon malek û bajarokên Xeyam û Eyta yên başûrê Lubnanê bombebaran kirin. 

NNA’yê ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê di êrişa li ser gundê Menfedon a navçeya Nebetiyê de birîndar hene.

(bb)