2 bazirganên hişbirê hatin girtin

Li Tebqayê 2 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin.

2 bazirganên hişbirê hatin girtin
2 bazirganên hişbirê hatin girtin
2 bazirganên hişbirê hatin girtin
2 bazirganên hişbirê hatin girtin
2 bazirganên hişbirê hatin girtin
2 bazirganên hişbirê hatin girtin
2 bazirganên hişbirê hatin girtin
6 tebax 2024   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li kantona Tebqayê 2 bazirganên madeyên hişbir girtine.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “3’yê Tebaxê endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir ên girêdayî hêzên me 2 kes ku madeyên hişbir li bajarê Cirniyê yê bajarê Tebqayê difirotin, bin çav kirin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku miqdareke madeyên hişbir, pere û telefon bi bazirganan re hatine desteserkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her du bazirganan di lêpirsînê de li xwe mikur hatin ku madeyên hişbir difirotin. Her wiha hate gotin bazirgan sewqî dozgeriya giştî hatin kirin.

(bb)