Şervanekî YBŞ’ê şehîd bû

YBŞ'ê ragihand ku şervanê wan Demhat Ereb di encama qezayekê de şehîd bûye.

Şervanekî YBŞ’ê şehîd bû
6 tebax 2024   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ragihand ku şervanê wan Demhat Ereb di 2’yê Tebaxê de di encama qezayekê de gihiştiye şehadetê. Fermandariya YBŞ’ê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku rê hevalê wan Demhat wek ciwanekî Ereb hewldanek xwe ya mezin ji bo pêkanîna neteweya demokratîk û di heremê de rewşa aram pêk were hebû.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de got; "Ji roja tevlîbuyî heya roja şehadetê çi erk û berpirsiyartî bikeve ser milê wî, bêyî ku teredut jiyan bike erkên xwe bi serkeftî bi cih anî. Şehadeta hevrê Demhat ji bo me û gelê me xemginiyek mezine.

Em ji malbata rêheval Demhat re sersaxî dixwazin û dibêjin soza ku me daye şehîdên xwe em careke din dubare dikin. Doz û rêya ku wan ji me re hiştî emê li ser wê şopê bimeşin, ji bo xeyalên hevreyên xwe yê şehîd a Şengalek xweser û azad têkoşîna xwe xurt bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Demhat Ereb

Nav û Paşnav: Elî Xidir Zahêr Ebdila

Navê Dayîk û Bav: Şemsê Elî Ebdila / Xidir Zahêr Ebdila

Cih û dîroka şehadetê: Behrewa 02.08.202"