Artêşa Îsraîlê: Ji 2ˊyê Adarê ve 700 endamên Hizbullahê hatine kuştin

Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku ji 2’yê Adarê ve ye di encama êrişên li ser Lubnanê de 700 endamên Hizbullahê hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê: Ji 2ˊyê Adarê ve 700 endamên Hizbullahê hatine kuştin
26 adar, 2026   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate diyarkirin ku li başûrê Lubnanê zêdetirî 500 cih hatine hedefgirtin û hejmara kesên ku di encama êrişan de jiyana xwe ji dest dane ji hezarî derbas bûye.

Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku ji 2’yê Adarê ve ye di encama êrişên li ser Lubnanê de 700 endamên Hizbullahê hatine kuştin.

Ji Berdevkiya Artêşa Îsraîlê Yarbay Nadav Shoshani daxuyaniyek da çapemeniya navneteweyî û got ku êrîş bi armanca dabînkirina ewlehiya jîngehên li bakurê Îsraîlê tên domandin.

Shoshani diyar kir ku armanca operasyonan lawazkirina kapasîteya leşkerî ya Hizbullahê ya li ser xe ta sînor û ‘’dûrxistina gefa li ser sînor’’ e.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî da zanîn ku di encama operasyonan de zêdetirî 500 hedefên Hizbullahê hatine îmhakirin.

Li gorî daneyên ku roja çarşemê ji aliyê rayedarên Lubnanê ve hatine parvekirin, heya niha di encama êrişên Îsraîlê de 1.094 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3.119 kes jî birîndar bûne. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bîlançoya şerê bêyî ku welatiyên sivîl û şervanan ji hev cuda bike, parve dike.