Li Amedê baweriya bi serkeftina di hilbijartinan de: Em ê vîna gel lê vegerînin

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray diyar kir ku xebatên hilbijartinê yên li Amedê bi coş dewam dikin û got “Qeyûman êrişî çanda me, zimanê me û saziyên gel kir. Nehiştin zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin. Em ê van saziyan dîsa bixin ber xizmeta wan a esasî. Em ê saziyên jinan dîsa veguherînin saziyên ku pirsgirêkên jinan çareser dikin.”

Li Amedê baweriya bi serkeftina di hilbijartinan de: Em ê vîna gel lê vegerînin
4 adar, 2024   03:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji hilbijartinên şaredariyan ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re ji mehekê kêmtir dem (31’ê Adarê) ma. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku xwe dispêre bernameya rêveberiya herêmî ya demokratîk û azadîparêz, bi ragihandina namzetên xwe yên li hemû bajarên Bakurê Kurdistan û gelek Tirkiyeyê re xwe ji bo hilbijartinê amade dike. DEM Partiyê bi sernavê "Bi demokrasiya xwecih re ber bi bajarên azad ve" bernameya xwe ya hilbijartinê aşkera kir û soz da ku dê şaredariyên gel ên ji aliyê qeyûman ve hatine xespkirin, ji nû ve li gel vefgerîne. Jin jî pêşengiyê ji xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê re dikin. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê temsîliyeta jinan di asta herî bilind de, di DEM Partiyê de heye.

Li Amedê jî xebatên hilbijartinê bê navber didomin. Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a Amedê Sultan Yaray têkildarî xebatên hilbijartinê agahî dan û diyar kir ku jin bi coşeke mezin xwe amade dikin ku şaredariyan vegerînin. Sultan Yaray diyar kir ku dema qeyûman (karmendên dewletên yên li şûna hevşaredaran hatine bicihkirin) dest danî ser saziyên wan, ewilî berê xwe da saziyên jinan û got: "Qeyûm ne tenê li ser şaredariyan hatin tayînkirin. Ji bo çanda me, zimanê me û hemû qadan qeyûm hatine tayînkirin. Ji ber vê yekê, dema hatin, êrişî saziyên gel kirin. Nehiştin zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin. Navendên ciwanan ji armanca xwe dûr xistin. Hin sazî hatin girtin, hinek jî hatin valakirin. Em ê wan saziyan dîsa bixin ber xizmeta wan a resen. Em ê saziyên jinan veguherînin saziyên ku pirsgirêkên jinan çareser dikin. Em ê dîsa navendên zarok û ciwanan bikin saziyên ku xizmetê didin zarok û ciwanan."

‘JIN DÊ SAZIYÊN XWE JI NÛ VE VEKIN’

Sultanê bal kişand ser daxwazên gel jî û wiha axivî: “Piraniya jinan dibêjin ew li malên xwe girtî ne û bi darê zorê zarokan pê didin xwedîkirin. Berê baxçeyên zarokan ên şaredariyên me yên ji bo jinên karker hebûn. Gelek ji van ji aliyê qeyûman ve hatin girtin. Jinên karker ji bo ku zarokên xwe, çi tê destê wan, neçar dimînin li zarokên xwe xerc bikin. Em dizanin qeyûm hemû polîtîkayan bi zanebûn dimeşînin. Ji ber ku ji jinên azad ditirsiyan saziyên jinan kirin hedef.”

‘JIN XWEDÎ LI DESTKEFTIYÊN XWE DERDIKEVIN’

Sultanê xuya kir ku jinan li Kurdistanê destkeftiyên mezin bi dest xistine û destnîşan kir ku jinên Kurd xebatên ku bandorê li cîhanê dikin jî bi ser xistine û got: "Em buroyên hilbijartinê yên jinan vedikin. Bi coşeke mezin derbas dibe. Jin me bi tenê nahêlin. Ev yek moralê dide me. Ev jî îradeya jinan a parastina destkeftiyên xwe nîşan dide.”

‘HETA KU TECRÎD BIDOME DÊ ÊRIŞÊN LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN ME BIDOMIN’

Sultanê da zanîn ku beriya hilbijartinan ji bo diyarkirina bernameyên xwe bi gel re civiyane û daxwazên gel wergirtine û wiha got: “Di hemû civînên me yên beriya hilbijartinan de, daxwaza gel a sereke ew bû ku çalakiyên ji bo rakirina tecrîdê werin xurtkirin. Tecrîd serkaniya hemû pirsgirêkên heyî ye. Gel dixwaze ev tecrîd rabe. Heta ku tecrîd bidome dê êrişên li dijî destkeftiyên me dewam bikin. Nabe ku siyaseta qeyûman ji polîtîkaya tecrîdê cuda bê dîtin. Daxwaza herî girîng a gelê Kurd û bi taybetî jî ya jinan, rakirina tecrîdê ye.”

‘KURD JI KESÎ RE NABIN KOLE’

Sultan Yaray destnîşan kir ku tecrîdê aboriya Tirkiyeyê jî yêk biriye û wiah dewam kir: “Tecrîd ne tenê êrişeke li derveyî hiqûqê ya li hemberî birêz Ocalan e, di heman demê de êrişa li dijî tevahiya gelê Kurd, xweza û hemû qadên jiyanê ye. Zêdetirî sed salan e li ser gelê Kurd qirkirinek tê ferzkirin. Nikarin vê bikin. Kurd naxwazin bibin koleyên kesî. Êdî dizanin ku nikarin qirkirina Kurdan bi ser bixin. Di vî şerî de xwe xilas dikin. Em dibînin bê ka li Tirkiyeyê çi bi aboriyê kirine. Dîmenên mirovên li gelek deverên Tirkiyeyê ji sergoyan xwarinê kom dikin, derketin holê. Sedema vê yekê jî ev şerê bêdawî ye. Ji ber vê yekê divê ev şer êdî raweste.”

‘SIYASETA RÊYA SÊYEMÎN BIRÊZ OCALAN DANÎ’

Sultan Yaray da got muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Rêber Abdullah Ocalan e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Cîhan tev vê dibîne. Cîhan tev dibêje ji bo ku kêşeyên li Rojhilata Navîn çareser bibin, divê tecrîd rabe. Li cîhanê ji bo rakirina tecrîdê zextek heye. Dostên gelê Kurd ev pêngav da destpêkirin. Kampanyayek heye û bi coşeke mezin didome. Ji ber ku siyaseta rêya sêyemîn birêz Ocalan nîşanî cîhanê da. Li Rojava bi siyaseta rêya sêyemîn re statuyek heye. Ne mimkun e ku mirov ji bo wir bibêje serdestiya gelekî heye. Hemû gel bi hev re dijîn. Bi hev re xwe bi rê ve dibin. Divê ev were dîtin.”