Beşdara herî biçûk a Mîhrîcana Wêje Hunera Jinan

Yûlyana ya 12 salî bi berhemên xwe yên bimorîk beşdarî Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan bû.

Beşdara herî biçûk a Mîhrîcana Wêje Hunera Jinan
Beşdara herî biçûk a Mîhrîcana Wêje Hunera Jinan
Beşdara herî biçûk a Mîhrîcana Wêje Hunera Jinan
4 adar, 2024   04:37
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Zaroka 12 salî ya ji pêkhateya Suryan Yûlyana Denho ji Qamişlo ye û bi berhemên xwe yên bimorîk ên rengereng cara yekemîn beşdarî 9`emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jin bû.

Yûlyana ji beriya 2 salan ve behreya xwe dîtiye, ew niha di refa 7`an a dibistanê de ye, xwendina xwe dike û di demên xwe yên vala de behreya xwe bi pêş ve dibe.

Yûlyana Denho diyar kir ku wê ji mîhrîcanê, çûn û hatina jinan hez kiriye.

9`emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan 2 rojan  dewam kir, her sal ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve û bi hevkariya Tevgara Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn tê birêxistinkirin.

ANHA