Lehengê Netewî Fermandar Egîd: Em wekî netew ji nû ve zindî bûn-2

Fermandarê Pêngava 15’yê Tebaxê û Lehengê Netewî Egîd, gavên ber bi netewbûn û azadiyê ve wiha vegotine: “Hewldanên mezin ên partiya me, keda tê dayîn û xwîna şehîdan vala dernakeve. Em li derdora van tevahiyan dibin yek û tu hêzên paşverû-faşîst nikarin van destkeftiyan ji me bistînin. Em wekî netew ji nû ve zindî bûn.”

Lehengê Netewî Fermandar Egîd: Em wekî netew ji nû ve zindî bûn-2
28 adar, 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji rojnivîska pêşengê pêngava 15’ê Tebaxê fermandarê efsanewî Mahsum Korkmaz (Egîd) ku tevlî çalakiya Eruh (Dihê) bibû, beşa duyemîn diweşînin. 

PÊWÎST BÛ EM ZÛ BIGIHÎŞTANA CIHÊ ME XISTIBÛ HEDEFA XWE

Piştî çend rojan 27’ê Mijdarê hat. Me dixwest roja avabûna partiyê cuda pîroz bikin. Lê ji ber me wextek ji vê re nedît, em komek heval ku hevalê Kerîm jî di navê de bû, li şikeftek biçûk kom bûn. Em li ser kevirê binê şikeftinê rûniştibûn. Li gel ku ji sermayan çokên me dilerizîn û li gel kuxika hevalekî her car bi ser dengê me diket jî, me 2 demjimêran axaftina pîrozbahiyê kir. Xusûsa herî girîng a axaftina me, mîsogeriya berxwedanê û dema wext hat balkişandin bû.

 Roja din ji bo terkirina qadê em ketin rê. Piştî ku me çem derbas kir, bi salan bû me cara yekem gav avêt deştê. Li pêşiya me rêya sê rojan, meşa di nava deştek bi herî de hebû. Heman demê de xalên ku em lê bimînin jî ne pir bi ewle bûn. Salên dirêj em li çiyê mabûn û biyaniyên deştê bûn. Vê yekê dihêla ku cesareta me ya ketina deştê zêde tune bû. Lê di encamê de, bi terzên cuda be jî, em gelek caran bi xeteriyê re rûbirû man û me karî vî erkî pêk bînin. Li qada çiyayî ku em gihiştinê, lêgerîn û operasyonek berfireh hebû. Polîsan bi ser maleke ku hikumkirî lê diman de girtibûn, pevçûn derketibû û 3 leşker hatibûn kuştin. Ji ber vê bûyerê mêtîngeran bi ser herêmê de girtibûn. Bi helîkopteran leşker dadixistin gundan, girtinên komî û îşkence didomiyan. Yextiyarekî ku ji operasyonê reviya bû û xwe spartibû şikeftan, ji ber sermayê miribû. Ji xizmên hikumkiriyan yek jê jin 2 kes bi awayek tazî gund bi gund gerandibûn, piştre jî li cihê bûyerê li ber çavê gel dabûn ber guleyan. Her çendî gel ji ber bandora bûyerê di nava panîkê de bû jî, lehengiya hikumkiriyan vedigotin, pesnên wan didan.

 Piştî ku em demekî beşdarî xebatên hevalên li qadê bûn, bi hinek çavdêriyên girîng û hinek danehevan, me rêya ku em têra hatibûn şopand û dest bi vegerê kir. Divê em zû gihiştibûna xala ku di armanca me de bû. Li gel ku zivistan bû rewşa hewayê nebû asteng. Piştî meşek 13 rojan em gihiştin cihê xwe. Li wargehê ji bo amedekariyên werza nû dest bi xebatan hatibû kirin. Piştî civîn û nîqaşên berfireh, di dawiya biharê de, bi danehevên nû vesaziyek hat birêxistinkirin. Heval ber bi herêmên xebatê ve hatin şandin. Dijmin bêhna belavbûna me kiribû, li ser seranserî sînor hêzên giran bi xistibû tevgerê. Beriya wê jî hinek sîxwir şandibûn derdora wargehên me û xwestibûn agahiyan kom bikin. Lê me çend kes ji van sîxwiran girtibûn û me armanca dijmin dizanî. Li gel tevahî bergiriyan jî, dijmin nekarî derbasbûna me asteng bike. Vê carê jî dijmin amedekarî dikir ku me di hindir de pêşwazî bike. Li xalên girîng ên li ser rêyan hêzek mezin bicih kiribû, hêzên herêmî hatibûn teqwiyekirin, yekeyên qumando ketibûn nava gundan û dest bi propogandaya çekdarî kiribûn. Ji gel re digotin “Baweriya xwe bi Apoyîyan neyînin, di nava wan de gelek endamên MÎT’ê hene, Apoyî ne Kurd in, ew Ermenî ne, ew Komînîstên dijminên ol in”. Gelek tiştên bi vî awayî digotin û hewl didan gel ji me bidin qutkirin. Lê gel bi gotinên wan dikeniyan û henekên xwe bi wan dikirin. Wan jî ev kenê gel weke ecibandina gotinên xwe fêm dikirin û hewl didan gel bikin hevkarê xwe. Efseran di civînên ku çêdikirin de digotin “Apoyî weke bombeyên li ber teqînê ne, eger biteqin dê me jî û ew jî bifirînin hewayê”, hewl didan bi van gotinan gel bitirsînin, lê tevahî hewldanên wan vala derketibûn. Her roja diçû xebatên me dihatin heskirin, hêdî hêdî çavkaniyên piştgiriyê çêdibûn. Bi rêzê ve li Qilaban, Şirnex, Batman û Farqînê sîxwiran derbên giran xwarin, vê yekê coşek ava kiribû. Lê gel têr nedidît û zêdetir dixwest.

 CIWAN BI XWE DIHATIN Û DIXWESTIN BEŞDARÎ TÊKOŞÎNÊ BIBIN

 Qada xebata siyasî pir berfireh bibû. Ciwan ji ber xwe ve dihatin û dixwestin beşdarî têkoşînê bibin, hinek bi serê xwe diketin ser rê û dixwestin beşdarî perwerdeyê bibin. Yên ku malbatên wan destûra veqetîna ji malê nedidan, ji bo nezivirin malê lavahî dikirin. Ciwanek ji bo beşdarî me bibe deh rojan xwe ji malbatê veşartibû, di encamê de em ditin, lê dema me careke din ew radestî malbatê kir digiriya û wate nedida terzê me.

  Li piraniya qadên xebatê pêşketinên weke vê hebûn. Êdî van pêşketinan armanc û erkên di çarçoveya amedekariyê de derbas kiribûn, pêşxistina teqtîkê pêwîst dikir. Pêwîst bû ku navenda tevgera berxwedana çekdarî bi plansaziyekê bihatibûya destpêkirin. Tevahî kadroyan bi gel re tengezariya vê dijiyan.

 Di bihara 1984’an de hevalek bi komek mezin re hat herêma me. Di terzê hatina wan de me hîs kir ku biryarên girîng bi xwe re anîne. Piştî şîvê, dema me dest bi axaftina bi gel re kir, gundiyan dîsa wek her carê pirsa çima berxwedana çekdarî destpênake kirin. Ji ber em hertim bi vê pirsê re rûbirû diman, em ji bersivên heman û îqnakirinê bêzar bibûn. Ez li bendê mam ku hevalê nûhatî bersiv bide, helbet ez di hindirê xwe de weke gundiyan difikirîm. Dema heval got ‘amedekarî’ gundî bêdeng bû, ji ber ku beriya niha jî bi heman bersivê re rûbirû mabû.

 Ber bi demjimêrên dereng ve dema em kom bûn, hat dîtin ku hêjmar pir zêde ye. Ji ber gundî jî cara yekemîn komek wiha didîtin matmayî mabûn. Wan jî texmîn kirin dê hinek tişt çêbibin, ji hev re digotin vê carê temam e. Em derbasî daristana ku em ê şevê lê derbas bikin bûn û weke çend kom li qadê bicih bûn. Ji ber min texmînkir em ê sibehê agahiyên baş bibihîsin, min wê şevê tiştek pirs nekir.

 EW ROJA KU ME AMADEKARIYÊN WÊ DIKIRIN HATIBÛ

 Sibehê em zû rabûn û me taştêya xwe bi tiştên ku gundiyan anîbû kir. Ez û hevalê berpirsyar derbasî aliyekî bûn û ez bi mereq li benda axaftina wî mam. Piştî ku min axaftina heval guhdar kir, derket holê texmîna rast bû. Bi çalakiyên heman rojê yên li çend herêman re dê damezrandina HRK’ê bihatibûya îlankirin. Ev çar sal bûn em li gelek welat û sînoran geriyabûn, demek dirêjbû me di hindir de amedekarî dikir, niha ev roj hatibû. Min hîskir ku dilê min rihet bû û weke bersiv gotina yekem ji devê min derketî ev bû: “Baş e lê ev pir dereng çêbû, dikaribû zûtir bê kirin.” Li gel hertiştî vê agahiyê em gelek keyfxweş kirin. Di hindirê xwe de min dixwest hema demildest vê agahiyê bidin tevahî hevalan, lê ev nedibû. Hevalan çend roj beriya 15’ê Tebaxê agahî girt. Ji ber rê û rêbazê ev pêwîst dikir.

 Têkildarî pêvajoya nû jî plansaziyek berfirek a rêxistinî hebû. Divê demildest rêxistinên ku girseyan ber bi lijnebûnê ve bibe bihatibûna pêşxistin. Heman demê de ev dihat wateya ji girseya Eniya Rizgariya Gel destpê bike û bê birêxistin. Piştî wê jî dê îlankirina Eniyê pêk bihatiba. Bi vî awayî dê zehmetiya şêwedayîna derdorên berfireh bihatiba derbaskirin. Du mijarên ku gundiyan li me ferz dikirin; êdî pirsgirêkên yekîtî û hêza leşkerî dê çareser bibûna.

 Ev plansaziya ku dê li qada me pêk bihatiba, piştî li ser şêwe û hinek xusûsên wê hat nîqaşkirin, dest bi amedekariyan hat kirin. Me ji bo keşifa armancên hatin diyarkirin, yekeyek ava kir. Piştî hinek guherîn hatin çêkirin, ji bo cihên cuda amedekirin û endamên yekeya ku were avakirin anîna gel hev, em ketin rê. Me lûtkeyên bilind ên çiyayan şopand û gihiştin cihê hevalên ku li benda me bûn. Ev cih cihek bilind bû û serwerê tevahî qadan bû. Erazî heta tu bêjî pir baş bû. Dema em bi koma li hêviya me re bûn yek, me xwe di nava atmosferek ewle de dît. Herkesê fêm kiribû ku dê tiştek bibe, em bi coş bûn. Keyfxweşî di kenê di çavan de îfade dibû.

 WÊ BIBÛYA ÇALAKIYEK DESTPÊKÊ Û DÎROKÎ

 Piştî amedekariyên dawî xilas bûn, yekeya me ya ku navê Yekeya Propogandaya Çekdarî ya 14’ê Tîrmehê lixwe kir, xwe kom kir, bi daxuyaniyekî hat îlankirin. Piştre hevalê ku biryar gihandibû me li ser taybetî û erkên pêvajoyê axivî. Piştî me axaftina wî guhdar kir, weke berpirsyarê yekeyê min Rêziknameya Propogandaya Çekdarî xwend. Li gorî vê Rêziknameyê ji her kesî hat pirsîn amedene an ne, hîna me negotibû kî amedeye, hema di carekê de destê herkesî rabû hewa. Yên ne amede tunebûn. Wê demê me got, em hemû bihevre soza şoreşê ya di rêveberiyê de bixwînin. Di wê demê de herkesî kulma xwe bilindî hewa kir, dengek gur ku çiya dihejand bilind bû. Piştî telîmat jî hatin xwendin, her tişt temam bû. Di mijarên navê yekeyê, pêkhateya wê, qada tevgerê, armancên wê, bername, awayê xebitînê yê hindirîn û terzê xebatê, tam zelalbûnek çêbû. Di destê me de gelek tişt û du çekên giran hebûn. Em ji bo tevgerkirinê amede bûn. Hîna me cihê ku em avabûna HRK’ê ji gel re îlan bikin ji hevalan re ranegihandibû. Me di 13’ê Tebaxê de keşfa dawî ya qada çalakiyê temam kir, em vegeriyan cem yekîneyê. Me weke Yekeya Rêveberiyê xwe da aliyekî û plana çalakiyê xêz kir. Plan ne xirab bû. Tevahî gengazî hatin hesabkirin, tu xal nediyar nemabûn. Teqez divê çalakî bi serkeftî encam bûbûya. Ji ber ku dê bibûya çalakiya yekem û çalakiyek dîrokî. 

 Dİ 14’Ê TÎRMEHÊ DE YEKEYA PROPOGANDAYA ÇEKDARÎ PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ PÊK ANÎ

 Dema me plan çêdikir me gotina Lenîn a “beriya hûn qumaş bibirin heft caran bipîvin” di bîra xwe de digirt. Piştî me rewşa dawî da planê, li ser qadek rast û fireh makêta qada çalakiyê çêkir. Piştî me yeke bire vê qadê, armanc ragihand. Piştî agahiyên li ser armanc, girîngî û taybetmendiyên planê agahî dan, me plan xiste nîşaqê. Di encamê de bi yekbûna dengan hat erêkirin. Piştî çend proveyan, di demjimêrên êvarê de ketin rê. Ji bo çek, amûr û erzaqên dijmin ên em bidest bixin hilgirin, me çend hêstir anîn. Ji ber me îhtimala kutbûna demek dirêj difikirî, me diyar kir divê em bi tesarûf bin. Divê rojane me bi nîv an jî parçeyek nan derbas bikiriba.

 Piştî meşek 10 demjimêrî ber bi siharê ve, em gihiştin xala ku me diyar kiribû. Em derbasî çepera destdayî bûn û me hewl da em razên, bayê hênik nedihêla em razên. Piştî roj derket, min Erûh ku 3 km ji me dûrbû nîşanî hevalan da û got, aha armanca me ev der e. Her hevalekî bi dûrbînê li qadê nihêrî û hewl da baş naz bike. Û piştî rojek dirêj em êvarê civiyan. Destpêkê komên ku rê û telefonan qut bikin ber bi cihên hatine diyarkirin ve ketin rê. Piştî dinê tarî bû, yekeya sereke ku li gorî vesaziyê li şaxan hatibû belavkirin, bi meşekî daketin bajêr. Piştî demek kurt êdî em belavî kolanên bajêr bûn. Em weke du rêzan li pey hev dimeşiyan û me kolan tijî kiribû. Hîna 100 metre mabû em bigihin liqa dijmin, wesayîtek derket holê. Lê ji ber ku me bilez xwe di çeperê de dirêj kir, kesên di wesayîtê de em nedîtin. Em bi pirsgirêkek cidî re rûbirû neman, ev şansek mezin bû. Piştî em hinek pêş çûn, em dabeşî sê şaxan bûn, bi lez gihiştin armancên plana xwe. Em di heman demê de gihiştin avahiya liqê, kazînoya efseran, qehwexaneyan, bank û mizgeftê. Bi guleya yekemîn pasbanê (nobedar) li ber deriyê liqê hat bêbandorkirin. Piştre gulebarana B.7’ê ya li ser qatên jor ê liqê û ketina kazînoyê, çend çirkeyan li pey hev destpê kirin. Di nava gulebaranek dijwar û avêtina bombeyan de, di carekî de avahiya duqatî hatibû desteserkirin. Dijmin ji aliyê Kazînoyê ve gule avêtin, hevalekî ku dikete deriyê liqê ji tiliya xwe birîndar bû. Lê demildest gulebarana dijmin hat sekinandin. Di vê demê de, du zarokên fermandar bê xwesteka me ji dest û lingên xwe birîndar bibûn. Lêborîn ji wan hat xwestin, ew bi dayîka wan re ji xeta şer hatin dûrxistin û şandin nexweşxaneyê. 

 JI BO LEŞKERAN ARMANCÊN HRK’Ê HATIN VEGOTIN

 Piştî desteserkirina liqê (boluk) leşkerên hatibûn dilgirtin li hewşa liqê hatin komkirin û armancên HRK’ê ji wan re hatin gotin. Hinek leşker keyfxweş bûn. Heta hinekan got “hemşeriyê min we em jî xilas kirin”. Hinek leşkeran xwest tevlî me bibin lê me nexwest.

 Li aliyê din Hevalê T. bi dengê xwe yê gur ji hoparlorên Mizgeftê danezana damezrandina HRK’ê dixwend. Xuyabû ji kelecanê xwe negirtibû û carnan rêzikên helbestan jî dixiste nava danezanê. Di vê demê de depoya liqê hatibû vekirin, hevalan çek û cepxaneya dijmin derdixist ji derve. Piştî min liq lêkolîn kir, ber bi qehwexanyek a di bin venêrîna hevalan ve çûm. Hevalek gundî, gel ji bo lîstina qumarê rexne dikir. Ji ber ku ev terzek qeba û ne di cih de bû, me destwerdan kir, me lêborîn ji gel xwest, ji wan re got rihet bin û em ji bo we şer dikin. Li ser vê kesên di qehwexaneyê de bi hev re rabûn ser lingan û xwestin me hembêz bikin. Cixare, çay û av pêşkêşî me kirin. Me berdaxek ava wan vexwar, piştî me armancên xwe vegotin, me pirsî gelo em deriyê girtîgehê vekin, hemûyan bi hev re gotin “dê hadê”. Li qehwexaneyên din dirûşmên “Bijî PKK, Bijî Serok Apo” li kolanan deng vedida.

 Piştî ku belavok li qehwexaneyan hatin belavkirin û pankart hatin daliqandin, di nava kordona ewle ya li derdorê liqê, şaxên erkdar hatin gel hev û encam hatin girtin, venêrîn hat kirin. Tu windahiyên me nebûn. Ji dijmin miriyek û 6 birîndar hebûn. Yekem tedawiya hevalê me yê birîndar bijîşkê me kir. Ji xwe birîna wî ne giran bû. Çek û amûrên dijmin ên hatibûn destxistin pir zêde bûn. Bi hêstiran kişandin zehmet bû. Tenê qamyonekê dikarî bar rake. Me qamyonek girêdayî YSE yê girt û bar kir. Me çekên li pişt me mayîn jî wêran kirin. Peykerê Atatirk hat hilweşandin. Kazîno, du TV, texsiya fermandar, kamyona zirxî a leşerî (cemse), avahiya hikumetê, bank û postexane dan ber agir. Lê piştre me fêm kir ku ev baş neşewitîne.

 BAJAROKA ERÛHÊ ÊDÎ CIHEKÎ KU HER KES DÊ JI NÊZ VE NAS BIKE YE

 Piştî ku me Erûh çend demjimêran di dest de girt, me berdabû. Êdî em bi pirsgirêka valakirina qamyonê ve rûbirû bûn. Li kêleka barê hêstirê, her heval bi çeka xwe re sê çekên din hildabû. Li gel vê jî, me beşek çek, kelûpelên desteserkiribûn li wir hêlabûn.

 Me hewl dida em çiyayê bilind û dûz di bin barê giran de derbas bikin. Ji tîna hêza me nemabû. Lê coşa serkeftinê hêz dida me. Em li serê kaniyekê rûniştin û me hinek bêha xwe vekir, me li ronahiya bajarê ku me li pey xwe hêlabû temaşe dikir. Wê demê min ev difikirî. Bajarokê Erûhê ku heta niha xebera gelek kesan ji hebûna wê tune ye, dê êdî bibe cihek herkes nas bike. Bi vê boneyê dê êdî navê Kurdan jî li cîhanê were axaftin.

 Êdî barê giran em bêhal kiribûn. Dema em gihiştin xala bi ewle dem ber bi siharê ve diçû. Cihê me heta tu bêjî pir bêhempa bû. Me dikarî li vir her cûr şer bi dijmin re bimeşînin. Lê tenê kêmahiyek me hebû: Av. Ava me hîn ji serê sibê ve xilas bibû. Me çek û amûrên desteserkiribûn hêjmartin. 60 çekên giran, 9 demançe, 4000 gule, bêtêlek mezin, radyo, teqtîlo, bîdonên avê, qeseture, ronahiyên elektronîk û gelek amûrên biçûk hatibûn bidestxistin.

 Tevgera helîkopter û balefiran a bê navber nedihêla em tevger bikin. Ew zêde ne li xema me bûn, ji ber ku tiştek ew bikin nebû. Ne gengazbû me bibînin. Me dikarî xwe ji wan biparêz in. Ji ber çiyayên me destdayî bûn.

 Ji bo em bi şev bikevin rê me dest bi amedekariyan kir. Bi lezgînî pêwîstiya me bi av û rênîş hebû. Derfeta hevdîtina bi rênîş re, di encama bêşansiyekî de ji destê me çûbû, em bê rênîş bûn. Ji bo peydakirina pêwîstiyan me xwest hinek hevalan bişînin gundên nêz, lê dema çûn gund bi leşkeran re rûbirû mabûn û bê ku tiştekî bigirin paşve zivirîbûn. Di vê rewşê de ji derveyî domandina rê tu çareya me nebû. Ber bi cihekê ve, bê patîka me berê xwe da erazî. Lê ji ber ku hêstiran sê roj bû av venexwaribûn meşa wan zehmet dibû. Piştî demeke kurt ji tîna halê meşînê bi me re nemabû. Ji ber em tîbûn me nedikarî xwarinê jî bixwin. Li cihê me bêhna xwe vekirî, bi alîkariya keşif û nexşeyê me tespît kir ku gundek nêz heye. Piştî me bi zehmetî hevrazî derbas kir, nêzî gund bibûn. Lê ji ber ku beriya wê têkiliyên me bi gund re nebûn, me derbasbûna gund guncaw nedît. Me çend heval ji bo dîtina av û rênîş şand gund û li bendê man. Dema zivirîn pir av û du rênîş bi xwe re anîbûn. Piştî me ava xwe vexwar me hinek bêhna xwe vekir. Gundiyan agahiya çalakiyê bihîstibûn, bi kêfxweşiyek matmayî temaşe dikirin. Çek û amûrên dijmin ên hatine desteserkirin çavê wan qemişandibûn. Piştî hinek bi me re meşiyan me ew şandin malên wan. Ji ber bênderên xwe bicih hêlabûn û hatibûn.

 Piştî em demjimêrekî di patîkayek rast re meşiyan, ji ber rok li ber derketinê bû, ji bo em roja xwe derbas bikin em li cihek guncaw bicih bûn. Berdaxek av û nîv nan li herkesî hat belavkirin. Ew roj pir bêdeng derbas bû. Lê piştî nîvro, jin û du ciwanên ku lawirên me dîtibûn hatin gel me. Bi xwe re du bîdonên avê anîbûn. Dema gihiştin cem nobedarên me, gotibûn leşkeran avêtiye ser gundê wan, îşkence kirine û dibe ku ber bi vir ve jî werin. Dema me xwest wan aş bikin, me fêm kir ku pêwîstiya wan pê tune ye. Ew zêdetir ji me re diltirs bûn. Piştî helîkopteran dest bi gerê kir, jinê cihê xwe xweş kir û axaftina xwe domand. Digot we pir baş kiriye. Piştî hinek din axivî, ji bo hîn zêdetir xwarin û avê ji me re bîne paşve vegeriyan gund. Ber bi êvarê re, min dît ku di patîkaya di biniya me re yekeyek mezin a leşkerî ber bi me ve tê. Ketibûn pey hev û şop dişopandin. Li ser vê em derbasî pozîsyona pevçûnê bûn û me çeper girt. Hewl didan ji gundiyên ji cem me çûbûn agahiyan bigirin. Lê diyarbû agahî negirtibûn, rêya xwe guhertin û ber bi gundê ku em ê jî biçûbanê ve çûn. Me dixwest em ji beriya wan biçin gund, ji ber gund li dolekî bû û xala derbasbûnê bû. Kî ji beriyê wê derê bigire, nahêle yê din derbas bibe. Ji ber ew di patîkayê re dimeşiyan ji me zûtir gihiştin xala derbasbûnê.

 HETA EM GIHÎŞTIN CIHEK EWLE DÎSA DIBÛ SIBEH

 Dema em gihiştin gund, pêşengên me agahî dan ku leşker ketiye gund. Bi alîkariya hinek gundiyên ku rastî me hatin, me gelî di hevrazê bilind re derbas kir û qada xeter li pey xwe hêla. Heta em gihiştin cihek ewle dîsa dibû sibeh. Piştî me cihê xwe amedekir, civînek kurt çêkir. Bal hat kişandin, ji bo em tevgera ku sist bûyî û şopandina dijmin bişkînin, pêwîstî bi amedekariya pevçûnek nû hebû. Dema me bi roj bi dûrbînê li gund temaşe kir, me dît ku dijmin yekeyên nû teqwiyeyê gund kiriye. Leşker ji german bêhal bibûn û xwe diavêtin ber sibera daran. Helîkopter û balefirên şer, wê rojê bênavber li ser herêma ku me bicih hêlabû geriyan. Wan difikrî ku me gelî derbas nekiriye û em di qada dorpêçkirî de ne. Ber bi êvarê re me ew bi dorpêça wan re hêlan, em bi zikê birçî ketin nava daristana gur û bi kevir û ketin ser rê. Wê rojê me hûrikên dawî yên nan xilas kiribûn. Piştî em hinek din meşiyan çavê me tarî dibûn. Çokên me dilerizîn, laşê me enerjiya xwe xerç dikir. Li gel vê jî me zor da xwe û rê domand. Piştî demek kurt em rastî çend çadirên li zozan hatin. Ji ber me ew nasdikirin em çûn gel wan. Em bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Jin û mêran bi hev re dest bi kar kirin, xwarin û vexwarin dane me. Dema em ji cem wan çûn êdî bêhêziya me nemabû. Me çiyayê bilind bi lez derbas dikir. Wekî ku perên me vebûbin, em bi lez ji çiyê de hatin xwar. Dema em gihiştin daristanê me ew roj bi gundiyan re di nava kêfxweşiyê de derbas kir. Me qada baregeha xwe weke kefa destê xwe nas dikir û tu kesê em nasnekin tunebû. Ji ber vê sedemê jî me xwe weke ku em li kêlhê ne hîs dikir. Di nava gelê li baregehê de coşa cejnê hebû. Em di nava xwarin û vexwarinê de hiştin. Me hêza windakirî qezenç kir.

 Leşkerên Tirk dema bi şev xişxişek bibihîstibûna heta sibê gulebaran dikirin

 Dema em gihiştin baregeha leşkerî ya veşartî, me civînek girêdayî çalakiyê çêkir. Me serkeftin û kêmasiyên xwe girtin dest. Ji bo em destkeftiyên xwe biparêzin, pêwîst dikir ku xebatên leşkerî û siyasî zêdetir bikin. Li holê bû ku dê çalakî encamên girîng ên siyasî derxe holê. Tevahî endamên yekeyê di tevahî mijaran de xwedî heman nêrînan bûn. Ji bo amedekirina rapora nirxandin û encamê civîn hat bidawîkirin, ji bo amedekariya çalakiyên nû, bêhnvedan, xebatên perwerde û keşifê dest pê kirin.

 Di tevahî hevalan de coş, cesaret û hêza ku çalakiyê derxistiye holê hebû. Di vê xusûsê de hevalekî me yê gundî yê bi navê S… mînakek bû. Heval S… nû beşdarî xebatên polîtîk bibû. Taybetmendiyên welatparêzî, berxwedan û gihaştî yên gundîtiya me bi awayek bêhempa dida nîşan. Di tevahî amedekariyên çalakiyê de xebat kir, di çalakiyê de ji pêşiya herkesî kete avahiya dijmin, bi lehengî şer kir û di paşve vegerê de li hemberî zehmetiyên hatin pêşiya me mînakek bû. Li gel ku endamê herî temenmezin ê yekeya me bû, ji me hemûyan bihêz û aktîf bû. Beriya çalakiyê dema min û wî avahiya dijmin çavdêrî dikir, min pirsa “gelo divê em çawa bi ser dijmin de bigirin” jê kir. Wî jî bersiva “eger em nekevin hindir û çekan negirin nabe” dabû. Erê, gundiyên me aha wiha bûn. Gundiyên din ên cih di çalakiyê de girtin jî dixwestin hêz û cesareta xwe nîşan bidin. Bi rêbertiya rast re hêza gundîtiya Kurdistanê, volkana şoreşê ava dikir. Ev hatibû îspatkirin.

 Dijmin piştî çalakiyan dihat û xwe diavêt ber lingê gel. Digotin “Dewleta me guneh e, wisa nekin, em ê rê, av û ceyranê bidin we, em birayên ol in”. Dema me ev gotin ji gundiyan dibihîstin, axaftinên siyasetmedaran ên ji bo hilbijartinan dihatin bîra me. “Artêşa Tirk a mezin” ewqas biçûk bibû ku ketibû rewşa polîtîkavanên şeperze. Ev şeperzebûna wan bibû henekê li ser zimanê gel. Gel digot, dema silleyek xwarin bi aqil bûn, feqîrtiya me fêmkirin û têgihiştin ku em bira ne. Dijmin, ji bo careke din prestîja xwe qezenç bike, qumandoyên çiyê anîbû û êrişî gel dikir. Vê carê jî leşkeran dest bi giriyê kiribûn. Digotin ji teskereyê kêm maye, dixwazin bijîn. Çiyayên me “qumandoyên çiyê” diwestandin. Dijmin yekeyên xwe yên taybet ku ji qumando, leşker, polîs û kontrgerîlla pêk dihatin xistibû dewrê, piraniya baregehên xwe ji holê rakiribûn. Baregehên ku hiştibûn jî sê qat mezin kiribûn û her leşkerekî 3-4 demjimêran nobet digirtin. Li gel vê jî xwe di ewlehiyê de hîs nedikirin, bênavber silav ji partîzanan re dişandin. Yekeyên operasyonê, herî kêm bi 20 fîloyên helîkopteran li tevahî gundên li qadekê leşker datanîn. Lê piştî demeke kurt dîsa li navendên diyar kom dibûn û operasyonên veşartî pêk dianîn. Ewqas tembel û bi deng dihatin ku beriya werin dihatin ferqkirin. Bi vî terzî bi caran manewrayên kombibe-belavbibe bê encam man, ji derveyî westandinê kêrî tiştekî nehat. Ev yek ji aliyê hinek fermandarên mêtînger ve baş dihat îfadekirin. Mînak efserekî li pêşiya gel wiha gotibû; “Eger li beranberî me artêşek hebûya, di rojekî de yan dê me ew tune bikiribûna yan jî dê wan em tune bikiribûna. Lê ev (partîzan) ji nişkêva li me dixin û diçin. Eger em bidin pey wan, rêya ku ew di 2-3 demjimêran de dimeşin, em tenê dikarin di 10 demjimêran de xilas bikin”. Erê fermandar rast digot. Wî binê lewaziyên artêşa xwe ya burjuvayê xet dikir. Dîsa, efserekî ji ber mercan perîşan bibû, bi alîkariya darê di destê xwe de bi zorê gihiştibû gund û wiha bang kiribû “Kanêne ev Apoyî, bila derkevin û guleyekî biavêjin û min ji vê ezabê xilas bikin”. Ji ber ku bi şevan guz ji daran diketin û ziravê leşkeran diqetandin, darên mezin ên guzê ji kokê ve dibirîn, ji ber lawiran parola nedida dijmin, gelek lawir kuştibûn. Mêtîngerên faşîst ku dijminê her zindiyî ne, her xişxişa bi şev derdiket heta sibê gulebaran dikirin. Baweriya xwe winda kiribûn, gundiyên ku nobed li wan dikirin, ji cem xwe diqewitandin û digotin hûn milîsên Apoyîyan in. Sîxwirên ku agahî didan wan lêdan dixwarin, ji ber ew dixistin xeteriyê.

 Ev mînakên me dayî, rewşa dijmin a derûnî îfade dikin. Ev rewşa tirsa ya dijmin dîn kirî, ew ber bi gelek dînbûnan ve birin. Yekeya artêşê bi tevahî beredayî kir, disîplîn pir sist bibû. Li gorî axaftinên leşkerekî ku me dîl girtibû, ji bo careke din disîplînê ava bikin, di baregehan de her şev leşkerek tê îşkencekirin.

 HÊVÎ ŞÎN BİBÛ, LÊ HÎN FİKAR JÎ HEBÛN

 Ji bo vê rewşê derbas bikin, hîn di destpêka meha Cotmehê de rêveberên faşîst li herêmê kom bibûn. Lê, dema bersivên dihatin dayîn li zora wan diçûn xwe bêdeng dikirin. Bi rêzê ve Kenan Evren, Turgut Ozal, Serokê Serkana Giştî û berpirsyarên din; Partîzan, li Şirnex, Şemzînan, Çelê, Elkê bi çalakiyên ku gelê me pîroz dikir re, rûbirû man.

 Li şûna ku berpirsyarên faşîst rewşê xilas bikin, prestîja xwe jî ji dest didan. Ev jî pir li zora wan diçû. Ji bo prestîja xwe xilas bikin, çek li gel belav dikirin. Lê bersiva gel nerênî bû. Digotin, dewletek ku nikare xwe biparêz e, em naparêz in. Gel digot “Çekên hûn didin me jî dê piştî çend rojan bikevin destê Apoyiyan”, bi vî awayî carekê de dewlet dixistin tengasiyê. Dijmin dest ji biçekkirina gel bernedida, heman demê de firîna helîkopter û balefiran jî kêm kirin. Dijmin dest ji lîstok û xapandinan bernedida, tu sûd ji şewitandina gundan, îşkence û heta qetilkirina gundiyan nedigirt. Tevahî hêza wan a leşkerî û teknîka wî ya pêşketî bi kêr nehatibû. Efserên payebilind weke ku tevahî agahiyên xwe yên teknîkî jibîr kiribin, ji bo parastina baregehan serî li agahiyên gundiyan didan. Efserek fikrê lêkirina dîwar ji gundiyê kêleka xwe dipirse û dibêje “gelo dê baş be”. Gundî jî wiha bersivê didê “eger dîwar lêbikî dê nobedar ji derve bimînin û bi hêsanî bibin armanc”. Li ser vê efser dibêje raste û fermana çêkirina “xendekan” dide. Di rastiyê de em dikarin gelek mînakên weke vê bidin, lê evqas têrker in.

 Dîsa, dema di baregehên ku xwe têde ewle hîsdikirin de çend gule dihatin avêtin, hizûra wan a li vir jî xirab dibû û heta sibehê derdor bi ronahiyên hewayî ronî dikirin. Her ku gel lewazî û bêçartiya dijmin didît, ji şaştêgihiştinê xilas dibûn. Di rastiyê de evqas tişt ji dijmin hêvî nedikirin. Êdî xwe li gorî pêwîstiya derûnî û aborî ya ji bo êrişên mezintir amede dikirin, cesareta xwe xurt dikirin. Hêvî şîn bibû, lê hîn fikar jî hebûn. Zivistan nêz dibû. Ji ber gel dizanî zivistana herêmê dijwar e, ne rihet bûn. Carnan berfê bejna darên maziyê derbas dikir. Her sal teqez aşût û bahozê mirov dikuştin. Li cem me jî, aşût bibû sedema şehîdbûna hevalê Abdûlezîz Kanat. Ji ber ev çend sal bûn me jî ev şert û merc dijiyan, me zehmetî dizanîn. Di rastiyê de ji ber piraniya hevalan perwerde û ezmûna zivistanê di Geliyê Bimzortê de girtibûn, fêrî mercên zivistanê bibûn. Geliyê Bimzortê cihek wisane ku, salek bê qurban derbas nabe. Firehiya gelî qasî meşa 14 rojan bû, heta singê xwe di nava berfê de meşîn zehmetiyên wê hene. Tu bixwazî rûnê jî, ne gengaze tu parçeyek reşahî bibînî. Eger kêliyekî rawestî, dibe ku bikevî xewa qerisînê. Her kêlî xeteriya bapûkê heye, ji ber vê jî bilez meşîn neçariyek e. Eger bapûk bi ser te de bê xilasbûn zehmet e, nahêle mirov lingê xwe biavêje, mirovan dixeniqîne. Di sala 1982’an de 6 kes xeniqîbûn, di sala 1983’an de 20 kesî ji ber rê şaşkiribûn, kêmek mabû biqerisin û lingê wan hatibûn jêkirin. Di meha Mijdara wê salê de rêwîyekî li ser hespê qerisîbû û miribû. Di sala 1984’an de, di gelî de serma gihiştibû asta cemedê û bibû sedema mirina du kesan. Ji bo derbaskirina çem divê 12 car heta navikê biketibûya nava avê. Piştre dema rêya patîkayê hat çêkirin, tenê carekî av dihat derbaskirin. 

 HÊZA MEZIN A VÎNÊ JÎ HATIBÛ ÎSPATKIRIN

 Li herêmê di mercên zivistanê de gotina “yê li paş bimîne dê biqerise” hebû. Lê hevalên me ev gotin guhertin û gotin “yê li paş bimîne naqerise, dê were xilaskirin”. Gelê herêmê baş dizanibû ku, di meşên komî de kes li benda yên li paş dimînin, nasekine. Hevalên me di rêwîtiyên bi vî awayî de, kesên li paş diman xilas dikirin, ne tenê di koma xwe de, kesên di komên din de jî li paş diman xilas dikirin. Beriya gundî bikevin rê şîreta bi “karkeran” re rêwîtiyê bikin pir dihat bihîstin. Gundiyên ku bi hezarsalane li vê avhewayê dijîn, li hemberî xweragirtina kesên ku ji herêmên germ hatine matmayî diman. Ji wan re weke hêzek awarte dihat. Li vir hêza mezin a vînê jî hatibû ispatkirin. Gundiyên Geliyê Bimzortê ku ev vîn ji nêz ve didîtin digotin, vîn û xwedîderketina ku me xilas bike ev e.

 Dijmin êdî hêviya xwe bi zivistanê ve girêdabû. Her ku zivistan nêz dibû ew kêfxweş dibûn, her gundê ku diçûnê gef lê dixwarin û digotin em ê di demek nêz de hevdû bibînin. Û zivistan destpê kir. Hem jî zivistana herî dijwar a 50 salên dawiyê bû. Pêvajoyek ku du hêvî bi hev re di nava pevçûnê de bûn, dihat jiyîn. Dijmin hêvî dikir hebûna me biperçiqîne û nehêle em gavê biavêjin biharê. Lê ya hatî perçiqandin hêviya wan bû. Em jî weke netew ji nû ve zindî dibin.

 Newroza 1985’an, weke roja nûjenbûna hêviya gelê me kete dîrokê. Ji ber îro esîlbûna vîna gel a mezin dibe û bi dîroka kesên pêşengiyê ji vî karî re dikin, îlana Eniya Rizgariya Netewî tê kirin. Newroza 1985’an, rojeke ku tevahî ketîbûn hatiye derbaskirin, ber bi bilindbûn û hêviyên esîl ve diçe. Û dê careke din ji bo gelê me bibe cejin. Ji ber em dikevin rêyeke wisa, hertiştê me winda kirî em ê qezenç bikin. Tevahî nirxên mirovî û civakî yên bi zorê hatine destserkirin, ji nûve qezençkirin heye. Ji îro pêve û zivistana ku dixwestin li me bikin dojeh, ji bo me weke pêvajoya ku destkeftiyên mezin bi xwe re bîne derbas kir, em di nava rihetiyekî bê dawî de derbas dikin.

 Em sala 1985’an bi Newrozê re, weke salek ku hêviyên gelê me zindîbûne pêşxwazî dikin. Gelê me, tevahî hêz û derfetê xwe bikar anî, keyfxweşiya mezinkirina vê berxwedanê dijî. Hewldanên mezin ên partiya me, keda tê dayîn û xwîna şehîdan vala dernakeve. Em li derdora van tevahiyan dibin yek û tu hêzên paşverû-faşîst nikarin van destkeftiyan ji me bistînin.

 ANHA