ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-03-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-03-2024
28 adar 2024   02:00

Fermandarê Pêngava 15’yê Tebaxê û Lehengê Netewî Egîd, gavên ber bi netewbûn û azadiyê ve wiha vegotine: “Hewldanên mezin ên partiya me, keda tê dayîn û xwîna şehîdan vala dernakeve. Em li derdora van tevahiyan dibin yek û tu hêzên paşverû-faşîst nikarin van destkeftiyan ji me bistînin. Em wekî netew ji nû ve zindî bûn.”

Rewşenbîr û siyasetmedarên kantona Reqayê diyar kirin ku xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan gelek girîng e ji ber ku ew pirsgirêkên Rojhilata Navîn diyar dike û analîz dike û banga avakirina rojhilateke navîn a demokratîk û rizgarkirina tevahî gelan dike.

Jina efrînî Emîne Silêman di her kêliyê de bû şahida komkujiya li Tirindê û ya taxa Mehmûdiyê. Berpirsyariya herî mezin jî hilda ser milê xwe û berxwedana xwe didomîne.

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Desteya Kar û Barên Civakî ya li Reqayê civîna xwe ya yekemîn li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk li hola Mişwar a Reqayê civîna xwe ya yekemîn li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê li hola yekitiyê bi sernavê ˊjîngeh û siyaseta têkiliya nîqaşêˊ semînerekê dide, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava li zanîngehê ya li taxa Hilêliyê şahiya Newroza 2024ˊan li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê ji bo bîranîna şehîdên Hefteya Lehengiyê civînekê girse li dar dixe, saet 13:00ˊan, di saetên êvarê de jî mûm li ber peykerê şehîd Egîd a li Kobanê tên pêxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê li navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya bajêr şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bîr tîne, saet 11:00ˊan, li Tirbespiyê jî PYDˊê bi vê boneyê semînerekê dide, saet 10:00ˊan, li Til Hemîsê bi heman boneyê li hola navenda çandê semînerekê tê dayîn saet 11:00ˊan, her wiha li navçeya Çilaxa jî semînerek li navenda Çand û Hunerê tê dayîn, saet 13:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan şehîdên meha Adarê yên di dem û cihên de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûbûn, bi bîr tîne, saet 12:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisên bajar, navçeyên Hesekê û gundewarên wê çalakiyên bîranîna şehîdên Hefteya Lehengiyê li dar dixin, li Hesekê, Hol, Dirbêsiyê û Til Temirê civîn tên lidarxistin, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Jinan a PYDˊê sibe bi sernavê ˊDîplomasiya civakîˊ li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê panelekê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Jinan a Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi diruşma ˊJin, Jiyan, Azadîˊ û ji bo bîranîna şehîd Bîşeng û Sara li dibistana Mîxaîl Nemet a li taxa Eşrefiyê ya Helebê pêşangeha wêneyan vedike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA