Di êrişa DAIŞ'ê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ'ê li dijî nuqteyên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê li çolistana Reqayê êriş pêk anîn. Di encamê de leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

 Di êrişa DAIŞ'ê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
27 adar, 2024   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê li dijî nuqteyên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê li nêzî çolistana Heme ya bakurê Reqayê bi çekên sivik û navîn êriş pêk anîn.

SOHR'ê diyar kir ku di êrişê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û çete ber bi kûrahiya çolistanê ve reviyan.

Ji destpêka 2024'an ve di êrişan de 253 kuştî çêbûne.

(mh)