Konseya Ewlehiyê agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de dixe dengdanê

DYA'yê projeya biryara agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de bi temamî amade kir. Lê nehatiye diyarkirin bê ka Rûsya û Çîn rê bidin erêkirina wê projeyê yan na.

Konseya Ewlehiyê agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de dixe dengdanê
10 hezîran, 2024   20:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlehiyê îro projeya biryara agirbestê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) amade kiriye, nîqaş bike. Serokê Amerîkayê Joe Biden projeya agirbestê di navbera Îsraîlê û Hemasê de pêşniyar kir.

DYA'yê piştî dan û standina ji 6 rojan ve bi 15 endamên Konseya Ewlehiyê re, ew proje bi temamî amade kir. Lê nehatiye diyarkirin bê ka Rûsya û Çîn rê bidin erêkirina pêşnûmeyê yan na.

Ji bo erêkirina her biryarekê herî kêm pêwîstî bi erêkirina 9 endaman heye, her wiha lê divê DYA, Fransa, Brîtanya, Çîn û Rûsya mafê veto'yê bi kar neynin.

(mh)