Bi hatina cejna Qurbanê re rewşa bazarên sewalan

Bi hatina Cejna Qurbanê re li bazarên sewalan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşwaziyek mezin heye.

Bi hatina cejna Qurbanê re rewşa bazarên sewalan
Bi hatina cejna Qurbanê re rewşa bazarên sewalan
Bi hatina cejna Qurbanê re rewşa bazarên sewalan
Bi hatina cejna Qurbanê re rewşa bazarên sewalan
Bi hatina cejna Qurbanê re rewşa bazarên sewalan
Bi hatina cejna Qurbanê re rewşa bazarên sewalan
Bi hatina cejna Qurbanê re rewşa bazarên sewalan
Bi hatina cejna Qurbanê re rewşa bazarên sewalan
11 hezîran, 2024   07:45
HESEKÊ

Roja 15'ê Hezîranê roja Weqfa Erefatê ye û di 16'ê Hezîranê de jî muslimanên seranserî cîhanê Cejna Qurbanê pîroz dikin.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hatina Cejna Qurbanê re, Tevê ku bilindbûna bihayan bi hevrûkirina par re şênî qurbanan dikirin.

Buhayê berxan 3 heta 4 mîlyon lîreyên Sûriyeyî ye. Yê beranan jî heta 10 mîlyon lîreyan e. Buhayê çêlekan li gorî temenê wan 15 heta 30 mîlyon lîre û yê deveyan hezar û 500 heta 2 hezar dolar e. Di Cejna Qurbanê ya par de buhayê berxan ne zêdetirî 2 mîlyon lîre bû.

Mehmûd El Hesanî yê ku li bazara Hedadiyê ya kantona Cizîrê delaliya pez dike destnîşan kir ku daxwaza kirîna berx û beranan zêde dibe.

Welatiyê bi navê Ebdullah El Fihêd ku li nav bazarê digeriya destnîşan kir ku tevgera kirînê baş e, lê belê buha ne li gorî her kesî ye û got: "Her berxek heta 4 mîlyon lîreyan tê firotin."

(mh)