Koçberên li Hesekê li benda dora vegera xwe ne

Piştî ku koma yekem a koçberên ji Efrînê vegeriya, koçberên li Hesekê mane jî li benda vegera ewle ne.

Koçberên li Hesekê li benda dora vegera xwe ne
Koçberên li Hesekê li benda dora vegera xwe ne
Koçberên li Hesekê li benda dora vegera xwe ne
11 adar, 2026   06:40
HESEKÊ

Şêniyên Efrînê yên bi darê zorê koçber bûne û niha li avahiya berê ya şîrketa avê ya li taxa Salihiyê ya Hesekê dijîn, êşên xwe yên ji ber koçberiya berî 8 salan anîn ziman. Wan diyar kir ku daxwaza wan a sereke vegera ewle bo bajarê wan e.

Zeyneb Şêxo Ebdulader ku bi zorê ji Efrînê koçber bûye, got ew ji dema ji bajarê xwe derketine, gelek dijwarî dîtine: “Me di salên borî de gelek êş kişandin. Em ji Efrînê koçber bûn bo Şehbayê û 7 salan li wir man, paşê em ji wir jî koçber bûn û em îro li vir in.”

Zeynebê da zanîn ku daxwaza wê ya sereke vegera li bajarê xwe ye û got: “Me di van salan de gelek êş kişand, û niha jî tenê daxwaza me vegera ewle û aram bû Efrînê ye.”

Zeynebê peyamek ji rayedarên têkildar re şand û got: “Em dixwazin vegerin û em amade ne ku vegerin. Em hêvî dikin ku piştî vegera me ewlehî û aramî peyda bibe.”

Elîf Şêxo ku ew jî bi zorê ji Efrîn koçber bûye, got wan hêvî nedikir ku ji bajarê xwe derkevin, lê bombebaranê ew neçar kir ku birevin û got: “Me her tim digot em ê ji Efrînê dernekevin, lê êrişên hewayî yên li ser deriyê bajêr û êrişkirina ser sivîlan em neçar kirin derkevin.”

Elîfê destnîşan kir ku ew hêvî dikin piştî vegera li Efrînê, ewlehî û aramî çêbe û ji rayedarên têkildar xwest pêvajoya vegera koçberan bilezînin.

Fatma Mihemed Elî koçbereke ji navçeya Şêrawa ya Efrînê ye, got kêfxweşiya wan a vegera koçberan ne temam e, ji ber ku hîn dîlgirtî di zindanan de ne. Fatmayê got: “Kêfxweşiya me ya vegerê dê ne temam be heya ku hemû dîlgirtî serbest bên berdan.”

Fatmayê ev lê zêde kir: “Piştî vegera me, em dixwazin hêzên ewlehiya navxweyî yên herêma me bi me re bin, wekî ku li herêma Cizîrê pêk hat. Em hêvî dikin ku hêzeke hevbeş li Efrînê jî were damezirandin, ji ber ku binpêkirin hîn jî berdewam dikin. Berî 2 rojan, 3 kes li Efrînê hatin kuştin û malbatek li Helebê hate kuştin. Ev yek tirsên me zêde dike.”

(k)