`Di destûra Sûriyeyê de divê destkeftiyên jinan werin misogerkirin’

Çalakvanên jin diyar kir ku divê di destûra nû ya Sûriyeyê de destkeftiyên 14 salên têkoşîna jinan û temsîla jinan bi rêjeya ji sedî 50 werin misogerkirin.

`Di destûra Sûriyeyê de divê destkeftiyên jinan werin misogerkirin’
11 adar, 2026   04:05
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM- BOTAN HISÊN

Çalakvan Efaf Heskî û Meha Mamî diyar kir ku divê destkeftiyên têkoşîna 14 salan a jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de werin parastin û mafên wan werin misogerkirin.

Efaf Heskî anî ziman ku divê rola jinan di qonaxa veguhêz de hebe û li gorî ezmûna ku jinan di salên borî de li Rojava bi dest xistiye, divê daxwazên wan bi zelalî di destûra nû de cih bigirin. Efafê diyar kir ku jinan tevî hemû zehmetiyan jî têkoşîna xwe domand û destkeftiyên xwe parastin, ji ber vê divê destkeftiyên jinan di milê qanûnî de misoger bibin.

Efafê destnîşan kir ku yek ji daxwazên herî berbiçav ên hatine raberkirin, a nasnameya zarokan tenê bi nasnameya bav ve sînordar dikin e, da ku nasnameya dayikê jî bi qanûnî were naskirin û ev gav ji bo bidestxistina wekheviyê di nav malbat û civakê de girîng e.

Efaf Heskî got: “Divê di destûra nû de bêyî ku cudahiyê bixin navbera jin û mêran, mafên jinan ên kar û fêrkirinê û beşdarbûna wan di siyasetê de zelal bin û werin garantîkirin. Ji sedî 50 ciyê xwe di saziyên dewletê de bigirin. Eger di destûra Sûriyeyê de mafên jinan werin dayîn, dê siberojê mafên jinan qanûnî werin parastin û dayîn.”

Têkildarî tundiya li ser jinan Efaf Heskî wiha axivî: “Divê li hemberî tundiya li ser jinan qanûnên parastinê derkevin û kesên tundiyê li jinan dikin werin cezakirin. Piştî têkoşîn û bedelên jinan ên di şoreşê û şer de hatin dayîn divê bi qanûnên jin xwe îfade bikin û beşdarî hemû karan bibin, werin derxistin.

Jinên koçber ên Serekaniyê, Girê Spî û Efrîn û Şehbayê gelek êş û zehmetî dîtin. Li gorî qanûnên navneteweyî divê jin bi ewle û bi îradeya xwe vegerin warên xwe. Rûmet û ewlehiya wan jî were parastin. Em dixwazin ji bo herêmên şer lê heye qanûnên parastina jinan werin danîn."

Efîfe Heskî di dawiyê de got ji bo Sûriyeke bi ewle, demokratîk û bi edalet ji kur û keçan were ava kirin divê deskeftiyên jin werin parastin û garantiya jin cihê xwe di navendên biryarê de bigire, were dayîn.

Çalakvan Meha Mamî jî li ser mijara mafên jinan di destûra Sûriyeyê de axivî û wiha got: "Di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de ku bi Şoreşa Jin tê naskirin, xwedî rolekî mezin bûn. Jinan xwe bi rêxistin kir, hilbijartin kirin, saziyên xwe çalak kirin. Eger em rewşa jinên li Rojava û jinên herêmên dîtir ên Sûriyeyê bidin ber hev, di şoreşa Rojava de tecrubeyên jinan ên xurt çêbûn. Di vê pêvajoyê de bi rêya destûrê divê deskeftiyên jinan werin parastin. Zagonên mafên jinan di kar, perwerde û fêrkirinê û tevlêbûna siyasetê de, bi rêya destûrê werin parastin."

Meha Mamî di dawiyê de wiha got: "Têkoşîna jinên ku li hember çeteyan û terorê şer kir, nabe ku were paşguhkirin. Berevajî, divê jin cihê xwe di avakirina Sûriyeya pêşerojê de bigirin.”

(np)

ANHA