Koçber dixwazin cejnên xwe li warên xwe pîroz bikin

Bi hezaran malbatên koçberên Serêkaniyê cejnên xwe di şert û mercên koçberiyê de derbas dikin û hêvî dikin ku vegerin û cejnên xwe li warên xwe pîroz bikin.

Koçber dixwazin cejnên xwe li warên xwe pîroz bikin
Koçber dixwazin cejnên xwe li warên xwe pîroz bikin
Koçber dixwazin cejnên xwe li warên xwe pîroz bikin
Koçber dixwazin cejnên xwe li warên xwe pîroz bikin
Koçber dixwazin cejnên xwe li warên xwe pîroz bikin
Koçber dixwazin cejnên xwe li warên xwe pîroz bikin
Koçber dixwazin cejnên xwe li warên xwe pîroz bikin
Koçber dixwazin cejnên xwe li warên xwe pîroz bikin
22 adar, 2026   05:17
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Koçberên Serêkaniyê cejna Remezanê û Newrozê nikarin li gorî merasîm û kevneşopên xwe pîroz bikin. Di rojên cejnê de li benda vegerê ne û zarokên wan hîna di girtîgehên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ne. Meha Kanûnê sala 2019`an zêdetirî 15 hezar malbatên Serêkaniyê û Girê Spî piştî dagirkirina Tirkiyeyê û çeteyên wê bi darê zorê koçber bûn. 

Berî ku xelkê Serêkaniyê koçber bibe, şeva cejna Remezanê diçûn ser gorên mirovên xwe. Roja yekê ya cejnê saetên sibehê berê xwe dida mizgeftê û piştî nimêja cejnê diçûn serdana Pakrewangeha Şehîdan. Di her sê rojên cejnê de li malên hev digeriyan, diciviyan û cejna Remezanê pîroz dikirin. Bi şev jî li Parka Şehîd Bêrîvan, Mişwar, Sîrob û Kornîş li hev kom dibûn û bi cejnê şad dibûn. Zarokan dilîst û mezin li hev diciviyan.

BI KOÇBERIYÊ RE KÊFXWEŞIYA WAN BI DAWÎ BÛ

Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê dagir kirin, xelk ji merasîm û kevneşopên xwe dûr ketin û civaka wan parçe kirin. Bi hezaran malbat bi darê zorê koçber bûn, berê xwe da bajarên herêma Cizîrê, Kobanê û Reqayê. Gelek malbat jî ji sala 2019`an ve li kampan di bin konan de dimînin. Êdî civaka Serêkaniyê nema dikarîbû cejnê xwe li gorî merasîm û kevneşopên xwe pîroz bike.

Koçberan ne tenê mal û milkên xwe winda kirin. Kiryarên çeteyan ên destdirêjkirina gelê Serêkaniyê û milkên wan hatin belgekirin. Malên wan xira kirin û dest danîn ser her tiştî. Her wiha bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê demografî hat guhertin. Çeteyan malbatên xwe û xelkê biyanî li bajarê Serêkaniyê û gundên wê bi cih kirin. Pereyên Tirkiyeyê dan bikaranîn û dewleta Tirk saziyên xwe li Serêkaniyê vekirin. Bi taybet gelek navend hene ji aliyê îstixbarata Tirkiyeyê ve têne birêvebirin.

CEJNÊN XWE LI KAMPAN DERBAS DIKIN

Li kampa Waşokanî, Serêkaniyê û Newroz zêdetirî 200 hezar koçberî dimînin. Her çiqasî zarok cil û bergên cejnê li xwe dikin û malbat amadekariyên cejnê dikin, lê dilê wan birîne û kêfxweşiya cejnê hîs nakin. Ji ber civaka wan ji hevdû parçe bûye û ne li bajarên xwe ne nikarin cejnê mîna berê pîroz bikin. Her tim bêriya bajar û gundên xwe dikin. Zarokên ku temenê wan biçûk bû û ji Serêkaniyê koçber bûn, niha bûne xort û mezin bûne.

CEJNÊN XWE YÊN BERÊ TÎNIN BÎRA XWE

Koçberên Serêkaniyê di cejnan de li hev kom dibin. Merasîm û kevneşopiyên xwe tînin bîra xwe. Jibîra wan naçe dema ku serê sibehê dirabûn cejnê û êvaran jî diçûn Kornîş, parka Sîrob û Mişwar, herêma Esfer Necar, Eyn Kibrît û Eyn Hîsan lihevdû diciviyan. Niha jî her tim hêvî dikin ku vegerên bajar û gundên xwe.

HÊVIYA VEGERÊ

Di her cejnekê de xelkê Serêkaniyê û gundewarên wê hêvî dike ku cejnên xwe li bajar û gundên xwe pîroz bike. Biçin serdana gorên mirovên xwe bikin û li bajar û gundên xwe lihevdû bicivin û cejnên xwe pîroz bikin.

Koçbera bi navê Samiya El Casim a ji gundê Kinêhir ê girêdayî Serêkaniyê ye got: "Mala min xira kirine û talan kirine."

Sumeya El Ewad a ji gundê Helebiyê jî got: “Ez hêvî dikim ku bi ewle û bi rûmet vegerin gund û bajarê xwe Serêkaniyê.  Ez amade me ku li gundê xwe di koxekê de bi zarokên re bijîm. Nan û av dê têra me bike. Tenê em vegerin gundê xwe.”

Koçbera bi navê Fatma Mihemed cejna Remezanê li hemû gelê Sûriyeyê pîroz kir û wiha got: “Ez dixwazim vegerim Serêkaniyê, xwişk, bira û cîranên xwe yên gundê Bîr Nûh bibîn im. Bi aram û ewle bijîm.”

Xelkê Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn piştî lihevkirina 29`ê Çileyê li bendê ne ku vegerin û cejnên xwe li gund û bajarên xwe pîroz bikin.

ANHA