‘Di vê pêvajoyê de xurtkirina yekitiya gelê Kurd girîng e’

Xelkê bajarê Girke Legê diyar kir ku di vê pêvajoyê de xurtkirina yekitiya gelê Kurd û hevgirtin berpirsyariyek e ku ji her kesî tê xwestin.

‘Di vê pêvajoyê de xurtkirina yekitiya gelê Kurd girîng e’
22 adar, 2026   06:45
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Şêniyên Girke Legê xurtkirina yekitiya gelê Kurd girîng dibîne û got divê her kes berpirsyar nêzî vê pêvajoyê bibe.

Suhêla Berekat anî ziman ku di vê demê de zimanê nefretê û provakasyon têne kirin da ku di navbera gel de pirsgirêk derkevin û wiha got: "Bi van provakasyonan dixwazin yekitiya gelê Kurd lewaz bikin û li herêmê bêaramî çêbe. Di vê pêvajoyê de yekitiya gelê Kurd bingehê parastina civakê ye. Xelkê herêmê girîngiya hevgirtinê dizane. Ji her kesî têxwestin ku berpirsyar nêz bibin û yekitiya civakê biparêzin. Provakasyonên têne kirin û dixwazin fitnê têxin navbera civakê em qebûl nakin. Civak bi yekitî û hevgirtinê dikare vê pêvajoyê derbas bike.”

Azad Meşo jî got: “Hêza civakê di yekitî û hevgirtina wê de ye. Eger gel yekitiya xwe biparêze hewldanên aliyên dixwazin fitnê têxin navbera civakê de tê bi ser nekevin. Dîrokê isbat kir ku yekitiya Kurd çavkaniya hêza wan li hemberî êrişan derkevin. Yekitiya gelê Kurd di vê pêvajoyê ji hemû demê girîngtir e. Li gorî şert û mercên em tê re derbas dibin ji her kesî tê xwestin ku ji fitne û parçebûyînê dûr bikeve."

Xebat Ekrem diyar kir ku di vê pêvajoyê de parastina yekitiya gelê Kurd berpirsyariyek e ku ji her kesî tê xwestin û wiha got: “Divê civak zane be û hemû hewldanên fitnê bixin navbera civakê, têk bibin. Ji bo aramiya herêmê were parastin xurtkirina yekitiya gelê Kurd gelekî girîng e. Em ê li dijî hemû êrişan yekitiya xwe xurttir bikin.”

ANHA