Li Sûriyeyê piştî baranê ava binerd û ya bendavan zêde bûne

Endezyarake çandiniyê anî ziman ku îsal dê li Sûriyeyê çandinî baş be, ava binerd û çavkaniyên avê û ava bendavan zêde bûye.

Li Sûriyeyê piştî baranê ava binerd û ya bendavan zêde bûne
Li Sûriyeyê piştî baranê ava binerd û ya bendavan zêde bûne
Li Sûriyeyê piştî baranê ava binerd û ya bendavan zêde bûne
Li Sûriyeyê piştî baranê ava binerd û ya bendavan zêde bûne
22 adar, 2026   02:35
HESEKÊ
HENAR IBRAHÎM

Îsal li Sûriyeyê baran gelekî bariya. Gol çêbûn, bendav tijî bûn, çemên ziwabûyî êdî diherikin. Her wiha çandiniyê gelekî sûd wergirt û axa ziwa bûbû bi ava baranê baş hat avdan.

Endezyara çandiniyê Doz Ebdulfettah Îsa li ser rewşa çandiniyê ya îsal ji ajansa me re axivî.

Doz Îsa got: “Baran îsal baş bariya û dem bi dem dibarî. Ji ber vê yekê av gihaşte bin erdê û kom bûye. Bîrên li ser rûyê erdê yên ku 30 metre û 100 metre kûr in, gelekî sûd ji baranê girt. Niha ava wan zêde bûye. Lê belê bîrên kûr ku kûrahiya wan di navbera 150-300 metre ye bi qasî bîrên sererd sûdê wernagirin. Divê baran zêdetir bibare heyanî ku ava bîrên kûr zêde bibe.”

Doz Îsa wiha pê de çû: “Gelek bîr di salên berê de ji ber baran nedihat ziwa bibûn û ava hinek bîran jî hatibû vala kirin. Îsal bi hatina baranê re dê bîrên ziwa bubûn av bikevê wan de lê belê bîrên hatine valakirin wê ava wan kêm be.”

Li ser avên binerd jî Dozê wiha got: "Ava bin erd parçeyî qatan dibe. Qata jor dê baran di demeke kin derdora du mehan bandor lê bike. Qata jêr a erdê jî ji bo baran bandor lê bike divê ji demsalekê zêdetir baran bibare heyanî ku bandor lê bike. Cureyê axê jî bandor dike. Eger cureyê axê qûm û gewr be av zû dadikevê lê belê eger axa sor avê gelekî vedixwê û zû bi zû danakevê. Axa kevirî jî zêde sûd ji baranê nagirê."

Doz Îsa di nava gotinên xwe de anî ziman ku cotkaran tenê destpêka demsalê bîrên çandiniyê bikar anîne û wiha got:" Di destpêka demsalê de baran dereng bariya, cotkaran jî tenê destpêka demsalê bîrên avê yên çandiniyê bikar anîn. Piştre nema bîrên çandiniyê bikar anîn û ava bin erd dê were parastin."

Têkildarî kaniyan jî Dozê wiha got: “Li herêma Cizîrê kanî kêm in. Dema ku baran baş bariya dibe ku hinek kaniyên dîtir jî ji bo demeke kurt biherikin. Kaniyên berê jî yên ziwa bibûn niha diherikin.”

Doz Îsa di dawiya gotinên xwe de bang li gel kir û got: “Divê kolandina bîran were birêxistin kirin. Di avdanê de jî zêde avê nedin bikar anîn û bi rêbazên nûjen avdaniya zeviyan bikin. Gelekî girînge ku li gundan bendavên axê lê bikin, ji bo ava baranê komî bihêlin û sûd jê werbigrin. Li herêmê gelek lehî û gol çêbûn, şûna ku ev ava baranê biherikê û bikeve çeman, dolan û biçe, bila bendavên axê lê bikin û wê avê komî ser hev bihêlin da ku sûdê bide axê."

ANHA