Fermandarên artêşa Îsraîlê li Sûriyeyê bûn

Serfermandarê Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê gerek pêk anî. Di heman demê hêzên Îsraîlê li Quneyterayê bi ser malan de girtin û 2 kes binçav kirin.

Fermandarên artêşa Îsraîlê li Sûriyeyê bûn
19 tebax, 2026   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Serfermandarê Îsraîlê Eyal Zamîr, fermandarê Fermandariya Bakur, fermandarê Firqeya 210‘an û hejmarek fermandarên din ên Îsraîlê gereke meydanê li başûrê Sûriyeyê pêk anîn. 

Eyal Zamîr diyar kir ku wî rewşa meydanê û belavbûna hêzên leşkerî li herêmê şopand. Her wiha bi leşkerên yedek re hevdîtin pêk anî.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku hêzên Îsraîlê li bajarokê Cebata El Xeşeb ê gundewarê bakurê Quneytîrayê bi ser gelek malan de girtin û 2 kes binçav kirin.

Li gorî Radyoya Artêşa Îsraîlê, biryara Îsraîlê ya pêkanîna êrişê li ser hedefên li Sûriyeyê, asta fikarên wê li ser bicihkirina pergala radarê ya pêşketî ya Tirkiyeyê li axa Sûriyeyê de nîşan dide.

Radyoyê destnîşan kir ku dibe ku pergala radarê ya Tirkiyeyê tevgerên hewayî yên Îsraîlê yên li Sûriyeyê sînordar bike û li pêşiya operasyonên wê yên hewayî, di nav de tevgerên wê yên veşartî yên li dijî Îranê bibe asteng.

(bb)