Li Dirbêsiyê qehwexaneyeke kevnar

Qehwexaneya El Hemra ku li Dirbêsiyê ya herî kevnar e, taybetmendiyên xwe yên kevnar parastine û bûye meqseda şêniyan.

Li Dirbêsiyê qehwexaneyeke kevnar
Li Dirbêsiyê qehwexaneyeke kevnar
Li Dirbêsiyê qehwexaneyeke kevnar
Li Dirbêsiyê qehwexaneyeke kevnar
Li Dirbêsiyê qehwexaneyeke kevnar
Li Dirbêsiyê qehwexaneyeke kevnar
Li Dirbêsiyê qehwexaneyeke kevnar
Li Dirbêsiyê qehwexaneyeke kevnar
Li Dirbêsiyê qehwexaneyeke kevnar
Li Dirbêsiyê qehwexaneyeke kevnar
Li Dirbêsiyê qehwexaneyeke kevnar
Li Dirbêsiyê qehwexaneyeke kevnar
Li Dirbêsiyê qehwexaneyeke kevnar
28 tîrmeh, 2026   07:50
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Qehwexaneya El Hemra sala 1965`an ji aliyê malbateke xiristiyan ve li bajarê Dirbêsiyê hatiye vekirin. Gelek nifş li vê qehwexaneyê civiyan û sohbet kirine.

Li qehwexaneyê kursî, mase û alavên kevnar peyda dibin. Di her wextî de bûye navendeke ku mêr lê dicivin û bi hev re pirsgirêkên herêma xwe nîqaş dikin. Gelek caran bi vexwarina çayê û qehweyê re lîstokên mîna mengele, textê nerd (backgammon), kaxez (qelemaç) dilîzin.

Şêniyê bi navê Hisên Osman ê ji Dirbêsiyê diyar kir ku qehwexane berî 60 salan ji aliyê malbateke xiristiyan ve hatibû vekirin û piştre firot kesên din.

Hisên Osman da zanîn ku qewexaneyê atmosfer, nasname, taybetmendî û karektêra xwe ya kevnar parastine û got: "Em li qehwexaneyê dicivin, diaxivin û dilîzin. Gelek caran em behsa dîroka bajarê Dirbêsiyê dikin û bîranînên xwe vedibêjin."

(np)

ANHA